Doza komkujiya Pirsûsê dîsan hate taloqkirin!

Doza komkujiya Pirsûsê ku 2 polîs bi îdîaya ‘bikaranîna xirab a peywirê û xemsarî’ dihatin darizandin, biryara ji nû ve guhdarkiria polîsên şahid hate dayin.

2’emîn rûniştina doza komkujiya Pirsûsê ku 2 polîs jê dihate darizandin pêk hat ku 20’ê Tîrmeha 2015’an li navçeya Riha Pirsûsê 33 endamên Federasyona Komeleya Ciwanên Sosyalîst (SGDF) hatibûn qetilkirin.

Rûniştina dozê li Dadgeha Cezayê Asliye ya Pirsûsê pêk hat. Polîs Alî Koçak û Ahmet Ogûz Davarcî yên ku  bi sûcê ‘bikaranîna xirab a peywirê û xemsarî’ têne darizandin beşdarî dozê nebûn.

Destpêkê heyeta dadgehê biryara rûniştina doza berê lêkolîn kir û biryar da ku polîsên bi navê Oykûn Îlgun, Tanjû Gunduz, Cuneyt Şanli, Suleyman Kuçukkaya û Mehmet Yapalial carek din ji bo şahidiyê bên guhdarkirin û ji bo navnîşana wan teblîgat were  şandin.

Heyeta dadgehê doz taloqî 5’ê Sibata 2019’an kir.