Doza Komkujiya Enqereyê diçe ber DMME'yê

Ji parêzerên dozê Îlke Işik anî ziman ku wê Komkujiya Enqereyê ya 10'ê Cotmehê bibin DMME'yê û got, ji bo darizandina hemû berpirsyaran wê bibe serlêdana destpêkê.

KOMKUJIYA ENQEREYÊ

Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana têkildarî berpirsyariya Komkujiya Enqereyê ya 10'ê Cotmehê ya midûrên emniyetê bi gotina 'nayê qebûlkirin' red kir. Ji parêzerên dozê Îlke Işik biryara Dadgeha Destûra Bingehîn ji ANF'ê re nirxand û got, êdî derbasî qonaxa dadgeriya navneteweyî bûye.

Parêzer Îlke Işik anî ziman ku bi vê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn re komkujiya herî mezin a dîroka welêt ji nedîtî ve hatiye û got, "Berpirsyariya wezîfedarên cemaweriyê bi rengekî eşkere nehate dîtin. Kurteberiya biryara li ser 9 serlêdanên cuda bi vî rengî ye. Dadgeha Destûra Bingehîn di biryarên xwe yên beriya niha de ragihandibû ku rapora mufettîş xwedî naverokên gelekî girîng e, ji ber vê yekê jî di dosya darizandina îdarî de divê rapora mufettîş bê lêkolîn, bi vî rengî nirxandin bê kirin. Di vê biryarê de jî rapora mufettîş qet nîqaş nekir, qet qalê nekir. Halbûkî divê careke din bê gotin; ev rapora mufettîş ji îstîxbaratê heta bi rayedarên Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê qalê dike ku tedbîr nehatiye wergirtin. Her wiha dibêje, di 14'ê Îlonê de îstîxbarat hatiye veşartin, tedbîrên pêwîst têkildarî mîtîngê nehatiye wergirtin. Diyar dike ku Komîteya Amadekar têkildarî van gefan û îstîxbarata gengaz nehatiye agahdarkirin. Di rapora mufettîş de dibêje, 'Rayedarên Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê tedbîrên pêwîst ji bo vê mîtîngê wernegirtin, îstîxbarat nenirxandin. Lewma divê bikevin ber lêpirsînê'. Dadgeha Destûra Bingehîn ev rapora mufettîş ji nedîtî ve hat. Lewma ti carî nayê qebûlkirin. Wan ji me re gotin, nayê qebûlkirin; lê em ti carî qebûl nakin. Em vê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn qebûl nakin. Ji bo Komkujiya Enqereyê ya 10'ê Cotmehê binixumîne, ji bo berpirsyariya wezîfedarên cemaweriyê veşêrin ev biryar hatiye wergirtin."

Işik anî ziman ku pêvajoyên bi heman rengî di organên din ên dewletê de jî derketin pêşberî wan û destnîşan kir ku wê dozê bibin ber Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê.