Doza 'Devrîmcî Karargah' pêk hat

Doza 'Devrîmcî Karargah' pêk hat

18’emîn rûniştina doza “Devrîmcî Karargeh” a di nav de Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst Demokrasî (SDP)’ê Rıdvan Turan jî tê darizandin pêk hat û doz piştî wergirtina parastina parêzeran taloqî 19’ê Tîrmehê hat kirin.

Di doza ku li Dadgeha 9’emîn a Ceza ya Giran a Stenbolê pêk tê ku di nav de Serokê Giştî yê SDP’ê Ridvan Turan heye sosyalîst tên darizandin de 18’emîn rûniştina dozê pêk hat. Piştî yek ji bersûcên dozê Hanefî Avci parastina xwe kir û şûn de, parêzerên 7 kesên girtî û yên Endamê SDP’ê Ulaş Bayraktaroglu yê di çarçoveya Parka Gezî de hatibû girtin û ji heman dozê tê darizandin parastin kirin.

Piştî parastina Avci heyeta dadgehê navber da. Di rûniştina ku piştî nîvro pêk hat de parêzerên siyasetmedarên sosyalîst parastin kirin. Di rûniştina ku dihat payîn dadgeh biryarê bide, ji bo parastina parêzeran temam nebû, nehat dayîn û doz taloqî 19’ê Tîrmehê hat kirin