Doza darizandina siyasetmedarên Kurd pêk hat

Doza ku 5 siyasetmedarên Kurd ku 3 jê li Girtîgeha Stamheîm a li bajarê Stûttgartê girtî ne û 2 jê negirtî tên darizandin, pêk hat.

Doza ku Veysel S., Agît K., Ozkan T. bi rengekî girtî, Cîhan A. û Evrîm A. jî bi rengekî negirtî tên darizandin, rûntişan 59'an doh serê sibehê li salona Girtîgeha Stammheîmê pêk hat.

Di rûniştinê de parêzeran Evrîm A. Fransîzka Nedelmann li ber wergera axaftina bi telefonê ya Evrîm A. rabû ku ji vê wergerê gelek wateyên cuda derdikeve û daxwaznameyek da ku ji nû ve bê wergerandin.

Di rûniştinê de eşkere bû ku îfadeya Ridvan O. nerast e ku îdîa kiribû, wî Veysel S. sala 2003'an li çiyê dîtiye û dîtiye ku yek înfaz kiriye. Li gorî belgeyên ji Tirkiyeyê hatin, Veysel S. ji Hezîrana 2002'an ve hatiye Elmanyayê û li girtîgehê maye. Heyeta dadgehê li gorî van belgeyan qebûl kir ku Ridvan O. îfadeyeke rast nedaye.

Rûniştin ji bo 17'ê Îlona 2020'an hate taloqkirin. Di 17'ê Îlonê saet 15:00 de wê FCK, NCDK, AGÎF tevî parêzeran mîtîngekê li dar bixin û daxuyaniyekê bidin.