Doza bersûcên fîrarî yên Komkujiya 10'ê Cotmehê dest pê kir

Doza ji bo darizandina bersûcên fîrarî yên Komkujiya Gara Enqereyê ya 10'ê Cotmehê dest pê kir.

Rûniştina dozê li 10. Dadgeha Cezayê Giran pêk tê. Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî û xizmên qurbaniyên komkujiyê beriya destpêkirina rûniştinê li ber Edliyeya Enqereyê li hev civiyan û daxuyaniyek dan. Hevseroka Komeleya Piştgiriyê û Aştiyê ya 10'ê Cotmehê 10 Ekîm-Der parêzer Mehtap Sakinci Coşgûn bi navê saziyan daxuyanî da.

Coşgûn got, "Mehên bihurî darizandina bersûcên girtî qediya û bendewariyên ji bo edaletê bi cih nehatin. Ji bo doza ku îro dest pê dike û wê rojekê dewam bike, divê em salonan dagirin. Em bi navê malbatên qurbaniyên komkujiya Garê ya 10'ê Cotmeha 2015'an îro li vir in. Ji bo doza darizandina 16 bersûcên fîrarî em li vir in." Coşgûn diyar kir ku wê pêvajoya dozê heta dawiyê bişopînin.