Doza Mûsa Anter bi hinceta demboriyê hat betalkirin - HATE NÛKIRIN

Dadgeha Tirk biryara xwe ya derbarê doza qetilkirina rojnamevan û nivîskarê Kurd Mûsa Anter de aşkera kir. Dadgehê diyar kir ku doz ketiye ber demboriyê û biryara betalkirina dozê da.

Rûniştina biryar dayînê ya doza rojnamevan û nivîskarê Kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) ku di 20'ê Îlona 1992'yan de li Amedê hatibû qetilkirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Enqereyê hat lidarxistin. Hêwana ku rûniştin lê dihat lidarxistin ji ber ku biçûk bû, rûniştin li hêwana Dadgeha Cezayê Giran a 24'an a Enqereyê ya li Bloka E ya Edliyeya Enqereyê hat lidarxistin. Kurê Mûsa Anter, Dîcle Anter, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Hevberdevkên Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan a HDP'ê, parlementer, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya ÎHD'ê Nûray Çevîrmen, Serokê ÎHD a Şaxa Amedê Abdullah Zeytûn, rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol, Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Şukran Dogan, Dozgerê berê Îljan Cîhaner ku îdianameya ewil a derbarê Doza JÎTEM'ê de amade kiribû, Nûnerê DÎSK Basin-ÎŞ'ê yê Herêma Anatolyaya Navîn Tûrgût Dedeoglû, parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD), Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) û Hiqûqa Civakî jî di nav de gelek nûnerên rêxistinên sivîl ên bajêr tev li rûniştinê bûn.

Rûniştin bi tespîtkirina nasnameyê dest pê kir. Di rûniştinê de bêbersûc de serokê dadgehê ewraqên daxilî nava dosyeyê hatine kirin xwendin.

‘DIVÊ DOZ NEKEVE BER DEMBORIYÊ‘

Di rûniştinê de de ewilî Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turdogan axivî. Turkdogan bal kişand ser vekirina doza Anter û dozên hatine yekkirin û got: "Dixwazim diyar bikim ku edalet derbek giran xwariye." Turkdogan destnîşan kir ku dosyeya Anter divê ji dosyeyên din ên neyê veqetandin û got ku divê ev doz di çaçroveya sûcê li hemberî mirovahiyê de esas bê girtin û nekeve ber demboriyê.

‘KUJERAN NAS DIKIN‘

Piştî Turkdogan parêzer axivîn. Parêzeran jî destnîşan kir ku ew kujeran nas dikin û lewma divê ev doz nekeve ber demboriyê.

Paşê nameya Orhan Mîroglû yê AKP'î hat xwendin. Serhat Menzîlcîoglû, parêzerê Mîroglû parastina ku bi nivîskî amade kiribû xwend. Her wiha Menzîlcîoglû nameya ku Mîroglû nivîsandiye xwend. Mîroglû di nameya xwe de diyar kir ku 30 sal in li edaletê digere û cinayetê xist stuyê PKK'ê.

Lê belê parêzerên muştekî bertek nîşanî nameya Mîroglû dan û gotin ku xwendina nameyê ne li gor usûlê ye. Parêzer Nûray Ozdogan jî got: "Gel bi tiştekî dizane, divê bibêje. Ne wekî şahid, divê wekî ebrsûc bê guhdarkirin."

Serokê Daireya Kontrateror a MÎT'ê yê berê Mehmet Eymur, gava wekî şahid hatibû guhdarkirin gotibû Mîroglûyê AKP'î sîxurê dewletê ye û wî bi navê "Tayfûn" nas dikin.

Bi dû re Dîcle Anter, kurê Mûsa Anter axivî. Dîcle Anter ji heyeta dadgehê re got ji teref edalet û heqîqetê biryarê bidin

Piştî axaftinan meqama îdiayê xwest doz ji ber demboriyê bê betalkirin. Parêzerên bersûcan jî diyar kirin ku tev li mutalaaya dozger dibin.

Heyeta dadgehê jî ji bo biryarê bide ji hêwanê derket. Piştî navberê heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir û bi hinceta ku di ser doza Mûsa Anter re 30 sal derbas bûne û ketiye ber demboriyê biryara betalkirina dozê da.

Her wiha dadgehê xwest kontrola edlî ya derbarê bersûcê dozê Hamît Yildirim de jî bê rakirin.