Doz li nivîskara pirtûka 'Dagin Kadin Halî' Demîr hat vekirin

Li hemberî nivîskara pirtûka "Savaşta Barişta Ozgurlukte Dagin Kadin Halî" rojnamevan Arzû Demîr hat vekirin.

Li hemberî nivîskara pirtûka "Savaşta Barişta Ozgurlukte Dagin Kadin Halî" rojnamevan Arzû Demîr hat vekirin.

Doz bi îdîaya; di pirtûkê de "propaganda rêxistinê kiriye", "bi rengekî vekirî teşwîqa sûc kiriye" û "pesnê sûc û sûcdar daye" hat vekirin.

Nivîskara pirtûkê nûçegihana ETHA û ANF'ê Arzû Demîr wê di rojên pêş de derkeve pêşberî 13. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê.

Pirtûka ku ji Weşanên Ceylan çap bû, di Mijdara 2014'an de gihaşt ber destê xwendevanan û heta roja îro 7 caran hatiye çapkirin. 

Di pirtûkê de bi rêya tecrûbeyên şexsî yên 11 gerîlayên jin ên li nava refên PKK'ê, rola jin û mêr li çiyê û tecrûbeyên têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd vedibêje.