‘Dosyeya qirkirinê’ ya AKP’ê pêşkêşî ÛNESCO’yê hate kirin

Li Swîsreyê di civînên li Bernê de dosyeya têkildarî êrîşên AKP’ê yên li ser Kurdistanê pêşkêşî rayedarên ÛNESCO’yê hate kirin.

Li Swîsreyê li Bernê îro bi komîsyona ÛNESCO’yê re du civîn hatin lidarxistin. Di civînan de ji bo ku mîrateyên gelan ên li Kurdistanê werin parastin ên ku AKP dixwaze wan tune bike, dosye pêşkêşî rayedarên ÛNESCO’yê hate kirin.

Pêkhateyên HDK-Swîsreyê û Hevserokê Yekîtiya Suryanên li Ewrûpayê beşdarî civînê pêşîn bûn. Civîna duyemîn jî bi beşdariya Meclîsa Jinan a Mizgînê û nûnerên HDK’ê yên Bernê hate lidarxistin.

DOSYE HATE PÊŞKÊŞKIRIN

Di civînan de hate diyar kirin ku, dewlet dixwaze Heskîf, Sûr û baxçeyên Hewselê werin tunekirin û dest deyne ser mîrateyên çandî ên gelên Asûr, Suryan û Keldan û li ser van meseleyan dosyeyek pêşkêşî rayedarên ÛNESCO’yê hate kirin.

Di civîna duyemîn de jî ya ku bi beşdariya Meclîsa Jinan a Mizgînê û nûnerên HDK’ê yên Bernê hate lidarxistin de Şefê Sectîonê yê Swîsreyê yê ÛNESCO’yê, Koordînatorê Bernameyê û Koordînatorê Ewrûpaya Başûrê Rojhilat ê ÛNESCO’yê jî beşdar bû. Di civînê de bandorên neyînî yên Bendava Ilısûyê hate ragihandin.

‘DIVÊ JI CIVÎNÊN YE’YÊ WERIN PÊŞKÊŞKIRIN’

Nûnerên ÛNESCO’yê diyar kirin, sedema ku Heskîf nebûye mîrateya cîhanê biryara polîtîk a Tirkiyeyê ye.

Rayedaran diyar kirin ku ji pêşveçûnên li Tirkiyeyê bi fikar in û têkildarî Sûrê jî li ÛNESCO’yê hê dozek didome. Nûneran diyar kirin ku divê ev mesele ji Neteweyên Yekbûyî re jî werin pêşkêşkirin.