Dosta Kurdan a 27 salan Gîesler jiyana xwe ji dest da
Dosta gelê Kurd a 27 salan Dr. Hîldegart Gîesler ê Elman, ku li bajarê Elmanya Osnabruckê dima û komeleya ewilî ya Kurdan a li vî bajarî wê vekir, jiyana xwe ji dest da.
Dosta gelê Kurd a 27 salan Dr. Hîldegart Gîesler ê Elman, ku li bajarê Elmanya Osnabruckê dima û komeleya ewilî ya Kurdan a li vî bajarî wê vekir, jiyana xwe ji dest da.
Dr. Hîldegart Gîesler, di sala 1989'an de Kurdistaniyên ji ber şerê giran ê li Kurdistanî ji neçarî hatin Elmanyayê nas kir û bû dosta wan. Dosta Kurdan Dr. Gîesler di 28'ê Tîrmehê di 88 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Gîesler di salên 1990'î de li Osnabruckê însiyatîfa piştgiriya Kurdan ava kir, di vî warî de gelekî kar kir û bi heyetan re gelek caran çû Kurdistanê.
BI DERFETÊN XWE, LI OSNABRUCKÊ KOMELEYA EWILÎ YA KURDAN VEKIR
Di salên 1990'î de, nifûsa Kurdan a li bajarê Osnabruckê ji ber zêdebûna koçberiyê zêde bû. Gîesler jî dît ku ji bo Kurd karibin çanda xwe bidomînin û pirsgirêkên xwe yên civakî çareser bikin, pêwîstiya wan bi komeleyekê heye. Û biryar da komeleyekê ava bike.
Gîesler bi derfetên xwe komele vekir û ji aliyê manewî ve jî destek da Kurdên li bajêr. Di sala 1991'ê de yek ji damezrînerên Komeleya Perwerde û Çanda Kurd a Osnabruckê bû. Piştre jî weke rêvebera komeleyê bi salan kar kir.
Di sala 1994'an de piştî ku PKK li Kurdistanê hat qedexekirin, Gîesler ji ber xebatên xwe yên ji bo Kurdistaniyan bû hedefa gelek zextan û gelek caran ceza lê hat birîn. Gîesler ti carî serê xwe li ber van zext û cezayan netewand û xebatên xwe berfireh kir.
Di nava Kurdan de weke dayika Gîesler dihat naskirin. Her wiha ji aliyê rêveberiya Komeleya Çanda Kurd a Osnabruckê ve di sala 2003'an de bi biryarekê weke dayika Kurdan hat îlankirin û plaketa serokatiya rûmetî jê re hat dayîn.
KURDISTANÎ LI MERASÎMA CENAZE AMADE BÛN
Di merasîma cenaze ya 29'ê Tîrmehê de Kurdistaniyan Gîesler bi tenê nehiştin. Gelek Kurdistanî beşdarî merasîmê bûn. Papaz û metropolîtê ku ayîn bi rê ve bir got, "Hîldegart, binêre zarokên Kurd ên ku te gelekî ji wan hez dikir, li vir in."