Dorpêça li Sultangazî didome
Dorpêça li Sultangazî didome
Dorpêça li Sultangazî didome
HDP’yiyên di avahiya Sultangazî ya HDP’ê de asê man ji avahiyê veqetiyan. Lê dorpêça alîgirên DAIŞ didome.
Avahiya Sultangazî ya HDP’ê ya li Taxa Cebecî ya navçeya Gazîosmanpaşa îro ji aliyê alîgirên çeteyên DAIŞ ve hat dorpêçkirin.
Koma di destên wan de dar, bi tekbîran avahiya HDP’ê dorpêçkirin.
5 kesên di avahiyê de bi saetan mahsûr man. Polîs piştî bi saetan hatin cihê bûyerê.
HDP'yî paşê ji avahiyê veqetiyan. Lê belê êrîşkar hê jî li derdora avahiyê ne.