Dorpêça li Sultangazî didome

Dorpêça li Sultangazî didome

HDP’yiyên di avahiya Sultangazî ya HDP’ê de asê man ji avahiyê veqetiyan. Lê dorpêça alîgirên DAIŞ didome.

Avahiya Sultangazî ya HDP’ê ya li Taxa Cebecî ya navçeya  Gazîosmanpaşa îro ji aliyê alîgirên çeteyên DAIŞ ve hat dorpêçkirin.

Koma di destên wan de dar, bi tekbîran avahiya HDP’ê dorpêç kirin.

5 kesên di avahiyê de bi saetan mahsûr man. Polîs piştî bi saetan hatin cihê bûyerê.

HDP'yî paşê ji avahiyê veqetiyan. Lê belê êrîşkar hê jî li derdora avahiyê ne.