Dorpêça li ser çalakgerên Strasboûrgê hate rakirin

Dorpêça ku ji aliyê hêzên ewlekariya Fransa ve li ser çalakiya çalakgerên Meşa Dirêj ên enternasyonalîs ên ber bi Strasborûgê ve ketibûn rê hate rakirin.

Çalakger, li bjarokê Marmoûtîer ê 35 km ji Strasboûrgê dûre bi saetan ji aliyê jendeme û polîsên Fransî ve hatibû dorpêçkirin.

Piştî hevdîtinên ku hatin kirin dorpêça jenderme û polîsên Fransî yên li ser çalakgaran ku hewldana komên faşîst ên Tirk ku duh pêk hatibûn kiribû hincet, dubare dest bi meşa xwe kirin.

Çalakger ber bi bajarokê Wasselone ê ku 25 km ji Strasboûrgê dûre ve ketin rê.