Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Dolar li hemberî TL rekoreke din şikand

Dolar îro bû 21.12 TL, Euro jî gihîşt 22.70 TL'yî.

Piştî hilbijartinên li Tirkiyeyê û diyarbûna hikumeta nû ya rejîma AKP-MHP'ê qîmetê lîreyê Tirk her kêm dibe.

Di roja destpêkê ya hefteyê de dolar derket 21 lîreyan û rekoreke din derbas kir.

Dolar, li gorî roja dawî ya hefteya din 0,94 lîreyan rabû û îro bi 21,12 lîreyan dest bi rojê kir. 

Dolar, beriya tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê di bin 20 lîreyan de bû. 
 
Li Kapaliçarşiyê dolar bi 21,38 lîreyan û li bankan jî li ser 22 lîreyan e. 

Euro jî 0,78 zêde bû û derket 22,70 lîreyan.