Dokûmantera 'Serhildan' li Stêrk TV destpê dike
Dokûmantera 'Serhildan' a li ser serhildan, raperîn û berxwedanên dema nêz a Kurdistanê, tê weşandin. Beşa yekemîn a dokûmanterê îro li Stêrk TV tê weşandin.
Dokûmantera 'Serhildan' a li ser serhildan, raperîn û berxwedanên dema nêz a Kurdistanê, tê weşandin. Beşa yekemîn a dokûmanterê îro li Stêrk TV tê weşandin.
Dokûmantera 'Serhildan' a li ser serhildan, raperîn û berxwedanên dema nêz a Kurdistanê, tê weşandin. Beşa yekemîn a dokûmanterê îro li Stêrk TV tê weşandin û wê her rojên Pêncşemê li gorî dema Kurdistanê saet di 22:00 de were weşandin. Di dokûmanterê de vegotinên şahid, dîroknas û lêkolîneran hene.
Di vê rêze dokûmantera 'Serhildanê' de wê îro êvarê beşa yekemîn a bi navê 'Deriyê Lehengan' bê weşandin. Di vê beşê de wê serhildana Şêx Mehmûd Berzencî ya piştî 1. Şerê Cîhanê ji Silêmaniyeyê destpê kir. Di 8 beşên destpêkê yên dokûmanterê de wê Serhildanên Berzencî, Simko Şekakî, Koçgirî, 1925 Şêx Seîd, berxwedana Agirî, Qirkirina Dêrsim 1937-38 û berxwedana li hemberî wê, çîroka Komara Kurdistanê ya di sala 1946'an de li Mahabadê hat ragihandin, Raperîna Îlona 1961 a li Başûrê Kurdistanê, pêla hişyariyê ya li Kurdistanê ji bingehê ve destpê kir, têkçûna 1975'an û derketina tevgera azadiyê ya Kurdistanê, bên vegotin.
Dokûmanter ji 40 beşan pêk tê. Di beşên piştre de destpêkirina pêngava PKK'ê, pêvajoya vejînê ya piştî 1978'an, berxwedanên Êlih, Curnê Reş û Sêweregê, berxwedana zîndana Amedê ya piştî cûnta 12'ê Îlonê, pêngava 15'ê Tebaxê û veguherîna rê li ber vekiriye, wê werin nîşandan.
Ev rêze dokûmatner wê 'Serhildanên' salên 90'î yên li Kurdistanê vebêje. Bi taybetî serhildan û berxwedanên wê demê yên li Silopiya, Nisêbîn, Cizîr, Şirnex, Kerboran, Dîgor, Hezex, Lice û Amedê nîşan bide.
HEVDÎTIN BI 500 KESÎ RE HAT KIRIN
Kişandina dîmenên rêze dokûmantera 'Serhildan' li Kurdistan û Tirkiyeyê sal û nîvekê dewam kir. Ji bo vê dokûmanterê bi 500 kesî re hevpeyvîn hat kirin. Di heman demê de çîroka jiyanê ya kesên pêşengî ji serhildanan û serdemên krîtîk re kirine, cih digire.
Dokûmanter wê bi Kurmancî bê weşandin, hevpeyvînên bi Soranî û Zazakî jî wê mîna xwe bi orjînal werin nîşandan. Ev rêze dokûmanter ji aliyê Cahît Merwan, Perwer Yaş û Alî Guler ve hatiye amadekirin û wê her rojên Pêncşemê li gorî dema Kurdistanê saet di 22:00 de li Stêrk TV were weşandin.
Cahît Merwan der barê dokûmanterê de agahî da ANF'ê û got, "Armanca rêze dokûmanterê vegotina dîroka berxwedan û serhildanê ya Kuredistanê ye. Ji ber ku hînê pêvajoyeke serhildanê heye, ku didome. Bi vî karî ve me xwest wêneyekî serdemên bihurî bikişînin."
Merwan her wiha ragihand, di amadekirina vê dokûmanterê de keda gelek mirovan heye û got, "Karekî kolektîf e. Di nava şert û mercên zehmet ên li Kurdistanê de hevalên me neçar man dîmenan bikişînin, hevpeyvînan bikin. Dûblaj ji aliyê Bedran Dere ve hat kirin. Di heman demê de ji bo vê dokûmanterê Memo Gul muzîkek taybet amade kir."