'Sedema ku welat di vê rewşê de ye ji ber wê siyaseta ne zelal a CHP’ê ye'

Wekîlê HDP’ê yê Stenbolê Celal Dogan got ji ber siyaseta ne zelal a CHP’ê welat di rê rewşa antî demokratîk de ye û got, ‘’di serdemeke wiha de em dixwazin hevgirtina demokrasiyê ava bikin.’’

Wekîlê HDP’ê yê Stenbolê Celal Dogan li ser daxuyaniya Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu ku digot ew naxwaze bi HDP’ê re werin cem hev, got, Kiliçdaroglu ji ber tirsa ku wê deqa ‘terorê’ pê ve bikin ji her cure tifaqê ditirse û newêre xwe nêzî HDP’ê bike. Dogan got ji ber siyaseta ne zelal a CHP’ê îro welat di rewşeke antîdemokratîk de ye û got: ‘’ Em naçin nabêjin kesekî werin bi  me re tifaqê bikin. HDP bi salan e têkoşîna demokrasiyê dike. Me 7’ê Hezîranê 13 deng standin, wê demê tifaq hebû? Di nav gelên Tirkiyê de baweriyek hebû ku digot HDP di çareserkirina arîşeyên Tirkiyê de hêzek e.’ Li ser pêvajoya ku AKP’ê destlênedana wekîlan rakir jî Dogan got, ‘’CHP, li gel ku li dijî destûrê jî bû alîkarî kir ku Hevserokên me werin gritin. Piştre derketin televizyonan û gotin gunehê bûyerê li ser sukra wan e.’’

 ‘WÊ GUNEHÊ DEMOKRASIYÊ DI SUKRA WAN DE BE’

Dogan got AKP ji ber ku ji xurtbûna muxalefetê ditirse hemû muxalefetê terorîze dike û got, ji bo ku Tirkiye bibe welatê demokrasiyê û siberojeke ronak divê bi tifaqa xurt muxalefetê ava bike. Dogan got CHP lêgerîna xwe ya dadmendiye di dema dawî de bêmane kiriye û got, ‘’Hûn dadmendiyê tenê ji bo xwe bixwazin ev ne rast e, lê dadmendî ji bo her kesî hewce ye. CHP ya ji bo ku Enîs Berbaroglu hatî girtin bi rê ketî û demokrasî, adalet xwestî, heke roja ku Hevserokên me Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hatin girtin berê xwe bidana Edîrneyê ev girtin çênedibûn, ji bo vê jî adalet û demokrasî divê ne tenê bi gotinê be, ji bo vê jî divê helwest û tevger hebe.’’

Dogan got Tirkiye ketiye bin destiya yek partiyê û got, ‘’heke bi rast îli kuçeyan heq û dadmendiye naxwazin ew dizanin. Lê divê vê ji bîr nekin, ku Tirkiyê negihije demokrasiyê dîrok wê ji van hesab bixwaze. Wê guneha van rojan di sukra wan de be.’’

 ‘DIXWAZIN HDP’Ê TINE BIKIN’

Dogan got AKP  bi terorîzekirina HDP’ê bi tundiyê re dixwaze wekhev nîşan bide û armanca vê jî ew e ku kesên alîgirê demokrasiyê dixwazin ji partiyê qut bikin. Dogan got: ‘’HDP tekane partî ye ku ji bo kaosa Rojhilata Navîn dikare bibe çareserî, fikra wê Komara Demokratîk e. Tekana rêya bi hev re jiyanê ye. Ji bo vê jî armanca hemû êrîşên desthilatdariyê ew e ku dixwaze vê ramanê ji holê rake. Ji bo ramana jiyana biratiya gelan û bi hev re jiyanê diparêze  desthilatdarî ev çend êrîşê bi ser de tîne.’’

‘EM JI HER TIFAQÊ RE HAZIR IN’

Dogan herî dawî got divê em tifaqa demokrasiyê ava bikin û wiha domand: ‘’Ji bo ku demokrasî û azadî li vî welatî pêk were em ê di rêya xwe de bimeşin. Em ji her tifaqê re vekirîne. Em vê ne ji bo Kiliçdaroglu dibêjin, ev Ehmed jî dibe, Mehmed jî dibe.’’