Dogan: Divê Elewî hemû destekê bidin berxwedana Terolarê
Parlamenterê HDP'ê Muslum Dogan diyar kir, ew ê tevî 12 saziyên Elewiyan di dawiya vê hefteyê de ji bo destekkirina berxwedana Terolarê biçin Mereşê û bang li hemû Elewiyan kir, ku destekê bidin vê berxwedanê.
OZGUR AYDIN
ÎZMÎR / ANF
pêncşem, 12 gulanê 2016, 09:10
Parlamenterê HDP'ê Muslum Dogan diyar kir, ew ê tevî 12 saziyên Elewiyan di dawiya vê hefteyê de ji bo destekkirina berxwedana Terolarê biçin Mereşê û bang li hemû Elewiyan kir, ku destekê bidin vê berxwedanê.
Li dijî wargeha ji konteyneran a ji bo çeteyên cîhadî li herêma Elewiyan tê çêkirin, 12 saziyên Elewî wê di 13'ê Gulanê roja Înê de berê xwe bidin Mereşê qada berxwedanê.
Hewldana Mereşê ya li Stenbolê ji aliyê hin saziyên Elewiyan ve hatiye avakirin, wê bi dirûşma "Dest nede jiyana min, Mereşa min, deşta min" beşdarî berxwedanê bibe. Ji bo welatiyên dixwazin tevlî berxwedanê bibe, wê wesayît bên amadekirin.
'DIXWAZIN REWŞA DEMOGRAFÎK XERA BIKIN'
Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Muslum Dogan da xuyakirin, ku ew ê tevî 12 komeleyên Elewiyan di dawiya hefteyê de li Mereşê bin û destnîşan kir, ku xwedîderketina li Terolarê tê wateya xwedîderketina li her devera Anatoliyê.
Dogan got, "Nabe ku mewziyeke bi vî rengî ji dest bê berdan. Bicihkirina komên selefî li herêma Pazarcixê, gavek ji bo guhertina rewşa demografîk a vê herêmê ye. Eger rewşa li vê derê bê xerakirin, ev yek wê bandorê li hemû herêmên Elewiyan bike. Lewma berxwedana li vê derê gelekî girîng e. Divê xwedî lê bê derketin û were xurtkirin."
'EM DENGÊ BERXWEDANÊ ZÊDE BIKIN'
Parlamenter Dogan diyar kir, aliyê herî têkoşer û berxwedêr ê dînamîkên civakî ji Elewiyan pêk tê û da zanîn, bi destwerdana li qadên jiyanê yên Elewiyan re hewl tê dayîn ev rewşa civakî bê xerakirin.
Dogan got, "Xerabûna sîstema civakî ya Elewiyan tê wateya xerabûna mûxalefeta civakî. Êrîş jî di vê çarçoveyê de tên kirin. Divê xwedî lê bê derketin. Em bang li hemû canan dikin ku dengê berxwedana Terolarê zêde bikin."