Dadgeha Mafê Mirova ya Ewropayê (DMME) Tirkiye têkildarî 5 kesên ku di kampanyayê hilbijartinê de bi kurdî axivîbûn ceza lê birîbûn, mehkum kir.
DMME’ê ji bo ku Tirkiyeyê di kampanyayê hilbijartinên herêmî û giştî de hevjîna Vedat Aydin, Şukran Aydin, Ayşe Gokkan, Mesut Beştaş, Ayhan Erkmen û Orhan Mîrgolu kurdî axivîn her yekê 6 meh ceza danê mehkum kir.
Dadgehê diyar kir ku, ji ber ku Tirkiyeyê xala 10’emîn ya peymana mafê mirovan ya Ewropayê binpê kiriye, mehkum kir. Di biryara dadgehê de hate gotin ku, ev mahkumiyeta ku tê gotin ji bilî Tirkî zimanekî din nayê axaftin binpêkirina mafane û ji ber vê yekê jî jibo kesên serlêndan kirine divê Tirkiye her yekê 10 hezar Euro tazmînat bide. Her wiha dê tirkiye 10 hezar avro jî lêçûna dadgehê bide.
DADGEHÊ BINPÊKINA XALA 14’EMÎN RED KIR
Di biryara dadgehê di derbarê gilîkirina binpêkirina xala 14’emîn de jî li hemberî 1’ê bi 6 dengî hewcedarî pê nehat dîtin. Dadger Helen Keller ku xwest xal di biryarê de bê cih girtin, cih dan nêrinên wê.
XALA 14’EMÎN
Xala 14’emîn ya ku qedexebûna newekheviyê sererast dike wihaye: Di vê peymanê de ev xal ji bo wekhevî, zayend, nîjad, reng, ziman, ol, nirxên siyasî ,civakî tê bikaranîn.”
JI BO KU KURD BÛN Û KURDÎ AXIVÎN
Dadger Keller diyar kir ku, di dadgehê de piranî di esasa xala 10’emîn de xala 14’emîn hewcedarî pê nedîtine û ev jî ‘ne di cih de ye’ û got lê axaftina zimanê dayîkê li her cihê mafê herî serekeye û got mijara ziman ji bo kêmaran gelek girînge. Keller da zanîn ku, ji ber ku van kesan bi zimanê xwe axivîne rastî ceza hatine û got ji ber vê jî xala 14’emîn hatine binpêkirin.