DMME: Balafirên Tirk 2 gund bombebaran kirin
DMME: Balafirên Tirk 2 gund bombebaran kirin
DMME: Balafirên Tirk 2 gund bombebaran kirin
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryar da ku Tirkiye ji bûyera gundên Kûşkonar û Koçagili yên Şirnexê ku di 26'ê Adara 1994'an de hatin bombekirin berpirsyar e û Tirkiye mehkûm kir. Serlêdan, ji aliyê xizmên di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dabûn û birîndar bûbûn ve li DMME hatibû kirin.
DMME da xuyakirin ku bombebarana rê li ber mirina 38 kesan vekir ji aliyê Hêzên Çekdar ên Tirk ve hatiye kirin û bi yek dengî biryar da ku Tirkiye ji mirina zêdeyî 30 kesan berpirsyar e.
Dadgehê her wiha diyar kir ku ji ber lêpirsîna der heqê bombebaranê de lêpirsîneke bêbandor e, xala 2. a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ya ku mafê jiyanê diparêze, hatiye binpêkirin.
Dadgehê wekî din hikum da ku ji ber serlêdaran ji mirina xizmên xwe û xerabûna malên xwe re şahidî kirine û piştî bombebaranê rayedar û saziyên Tirkiyê ti alîkariyeke tibî/însanî ji xizmên qurbaniyan re nekirine, dewletê mûameleyeke xirab kiriye.
Hikûmeta Tirkiyê li pêşiya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê îdîa kiribû ku PKK'ê ev bombebaran kiriye. Dema ku doz li DMME dewam dikir, belgeyek ku Muduriyeta Giştî ya Karê Hewayî ya Sivîl ji Dozgeriya Amedê re şand derket holê û bi vê belgeyê re lpiştrast bû ku di 26'ê Adara 1994'an de du balafirên ser bi Fermandariya Hêzên hewayî li cihê gundên mijara gotinê firiyane.
Ev belge ji aliyê parêzerê serlêdêran ve pêşkêşî DMME hat kirin. Ji ber ku hikûmeta Tirkiyê ev belge ji DMME re neşand, dadgehê biryar da ku hikûmeta Tirkiyê berpirsyariya xwe ya hevkariyê binpê kiriye.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, ji bo îcra vê biryara binpêkirina giran, rê nîşanî hikûmetê da: DMME diyar kir ku divê rewşa nedayîna ceza bê bidawîkirin û di lêpirsîna heyî ya li huqûqa hundirîn de gavên nû bên avêtin.
DMME xwest, bi taybetî qeyda firînê li ber çavan bê girtin û her kesên ji vê bombebaranê berpirsyar werin tespîtkirin û cezakirin.
DMME, ji ber ku hikûmeta Tirk mafê jiyanê yê PMME, qedexeya mûameleya xirab û berpirsyariya xwe ya hevpariya bi dadgehê re binpêkiriye Tirkiye mehkûm kir ku tazmînata manewî ya 2.305.000 Euro bide.