DKP/BOG: Faşîzm bi têkoşîna li dijî tecrîdê dikare bê têkbirin

DKP/BOG'ê komplo şermezar kir û berxwedana li dijî tecrîdê silav kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, şikandina tecrîdê û têkbirina faşîzma li ser gelên bindest, bi têkoşîneke hevpar dibe.

Komîteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Komunaran a Şoreşger û Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî (DKP/BOG) li ser komploya 15'ê Sibatê û tecrîdê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ev pêvajoya ku bi navê komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê hate binavkirin, xwe bi rengê tecrîd ûs iyaseta tinekirinê ya dewleta Tirk a faşîst nû dike."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, bi berxwedana ku bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir û di roja 100'î de ye, pêşî li têkoşîna têkbirina faşîzma AKP-MHP'ê vebûye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, dema ku ev berxwedan girseyî bû û li kolanan, li bajarên Kurdan û metropolên rojava belav bû, wê faşîzma AKP-MHP li ber gelên bindest û çîna karkeran serî bitewîne.

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin, ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkbirina faşîzma li ser çîna karker û bindestan, pêwîstî bi têkoşînek hevpar heye û hate gotin, "Ji bo serketina gelan û hilweşandina faşîzmê, yekane rêbaza têkoşînê yekîtiya têkoşînê ya antî faşîst û perspektîfa şoreşê ya yekbûyî ye."