DKP/BOG: Di sala 5'an de em ê bêhtir nêzî serketinê bin

DKP/BOG'ê der barê sala xwe ya 5'an daxuyaniyek weşand û destnîşan kir ku di sala 5'an de wê bêhtir nêzî serketinê bin.

Partiya Komunaran a Şoreşger û Komîteya Navendî ya Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî (DKP/BOG) bi wesîleya sala 5'an a têkoşîna xwe daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku her rojên 5 salên derbasbûyî bi ked û berdêlan li dîroka têkoşînê ya çîna karker a Tirkiyeyê hatiye neqişandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Partiya me ji bo serxistina têkoşîna azadiyê y bindestan û çîna karkeran ava bû. Di vê têkoşînê de me îdîaya sosyalîzm û şoreşê bi serbilindî hildan ku ev yek ji bo me serbilindî ye. Me têkoşîna partiya xwe di nava 5 salan de bêyî tawîzan dewam kir."

Her wiha hate destnîşankirin ku di nava 5 salan de lehengiyên mezin hatin afirandin û hate gotin, "Hevrêyê me yê pêşeng Ûlaş Bayraktaroglû (Mehmet Kûrnaz) û hemû hevrêyên me yên nemir rêberê têkoşîna me ya bi biryar a partiya me ne."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Rejîma faşîst bi qasî ku xuya dike bi hêz nîne. Ya ku wê rejîmê têk bibe çalakiya şoreşgerî ya çîna karker a bi pêşengiya têkoşîna me ya yekbûyî û partiya me ye.

Bi vê berpirsyariyê di sala 5'an a têkoşîna xwe de em ê bêhtir nêzî serketinê bin."