DKP/BOG: Desthilatdariya ku li Rojava têk biçe, wê hilweşe

DKP-BOG got, "Berpirsyariyeke dîrokî dikeve ser milê kedkaran. Têkçûneke leşkerî ya faşîzma AKP-MHP'ê ya li xaka Şoreşa Rojava, wê hilweşîna wê nêz bike."

Komîteya Navendî ya Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî / Partiya Komunaran a Şoreşger (DKP/BOG) daxuyaniyek weşand û diyar kir, ku rejîma Erdogan her gavê nîşan dide ku gelekî dixwaze êrîşî Şoreşa Kurd û destketiyên wê bike.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku faşîzm hebûna xwe di tasfiyekirina şoreşên Kurd û Tirkiyeyî de dibîne û hate gotin, "Êrîşa dagirkeriyê ya ku dixwazin niha bikin, rewşeke nû nîne. Tifaqa AKP-MHP'ê demeke dirêj e vê armanca xwe tîne ziman. Ya nû ew îhtimal e ku bi rê û rêbazekê destûrê ji DYE û Rûsyayê bistîne. Artêşa Tirk û hevalbendên wê heta ku destûrê ji van herdu hêzan wernegirin, nikarin êrîşeke dagirkeriyê li Rojava bike."

Hate destnîşankirin ku di nava van şert û mercan de berpirsyariyeke dîrokî dikeve ser milê kedkar û çîna karkeran a Tirkiyeyê û hate gotin, "Têkçûneke leşkerî ya faşîzma AKP-MHP'ê ya li ser xaka Şoreşa Rojava wê hilweşîna wê nêzîktir bike. Lewma wezîfeya şoreşgerî ya serdemê ew e ku ji bo têkbirina leşkreî ya faşîzmê bi dil û can hewl bidin.

Li gel piştgiriya emperyalîzm û hêzên wê jî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd li dijî rejîma faşîst a dagirker ya herî mafdar û rewa ye. Bi vê têgihiştinê em bi vê têkoşîna mafdar a gelê Kurd re ne ku ji Herêmên Parastinê yên Medyayê heta bi xaka Şoreşa Rojava tê meşandin."