Dîwarê şermê li Nurmbergê hat protestokirin

Dîwarê şermê li Nurmbergê hat protestokirin

Dîwarê şermê yê ku dewleta Tirk dixwaze di navbera Rojava û Bakurê Kurdisdanê de ava bike li bajarê Nurmberg a Almanyayê bi xwepêşandanekê hat protestokirin.

Xwepêşandana protestoyî ku ji aliyê Medya Malagel, YXK Lînke Lîste ve tê pêkanîn, dîwarê ji kartonê hatibû çêkirin li navênda bajêr hate pêşkêşkirin.

Di çalakiyê de axaftinên ku hatin kirinde hat gotin ku, Tirkiye bi avakirina dîwarê şermê dixwaze pêşiya şoreşa ku li Rojava pêk hatiye bandora wê li ser Bakurê Kurdistanê bigire û hat gotin bi vî dîwarî dixwazin gelê Kurd parçe bikin.

Di dema çalekiyê de li ser dîwarê şermê bi Almanî belavok hatin belavkirin. Piştî çalakiyê  dîwarê ji karton hatibû çêkirin weke sembol hate şewitandin.