Diviya azmûn bihatana betalkirin

Azmûna Saziyên Dibistina Bilind (YKS) li gel nerazîbûnan jî îro û sibe wê were kirin.

Azmûna Saziyên Dibistana Bilind (YKS) ku 2 milyon û 433 hezar xwendekar wê bikevinê, li gel nerazîbûnan jî nehate betalkirin. Hikûmeta  Tirk li ser jiyana bi milyonan xwendekar, ji ber talokeya vîrûsa koronayê talokeyê çêdike.

Xwendakarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê sibe û dusibe tê têkevin azmûnê. Beriya azmûnê xwendekar û malbatên xwendekaran xwestin ku azmûn bê betalkirin lê ji ber krîza aborî ya Tirk, azmûn nehate betalkirin.

Egîtîm-Senê Gulanê gotibû heta ku hêla Covîd-19'ê biqede divê azmûn were taloqkirin û rexne li Wezareta Perwerdehiyê ya Tirk anî.

Seroka Şûbeya Nimro 3 a Egîtîm Senê Ayfer Koçak got xwendekarên ku bi pêvajoya hêla koronayê re ev demeke dirêj bû li malê asê mabûn û hê nû derdikevin derve, li deverên girtî bi hine dî re dema ku bikevin azmûnê ev bi serê xwe kêşeyek e û got, ''Heke mirov lê bifikre bi maskeyan şertên hewayî yên wendekaran wê germ be, aşkere ye ku wê pir ne rehet bin. Ez bixwe jî dema ku maskeyê didim ber devê nikarim bi rehetî bala xwe bidim ser pirsekê, ji bo zarokên di vî temenî de mirov dikare texmîn bike ku wê bi problem be.''

Koçak got di rewşeke wiha de, bêyî ku mirov li îhtîmala berbelavbûna vîrûsê bifikire, mirov zarokên di vî temenî de li deverên girtî bêne cem hev û her wiha malbat jî bi xilbeyî li baxçeyan bin ev ne rewşeke biaqilî ye.

Koçak her wiha got dema ku ji hêla nexweşiyê û têgerîna ve lê bifikirin xwendekarên ku wê têkevin azmûnê wê nikaribin vê kontrol bikin û wê xwedî bertek bin û resentir tevbigerin û go ev jî fikaran zêdetir dike.