'Divê şaredariya Parîsê ji bo Guvenê bikeve nav hewldanan'

Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Parîsê û Hevkordînatora Giştî ya Partiya Çep Danîelle Sîmonnet, bang li şaredariyê kir ku ji bo zext li Tirkiyeyê were kirin, li nava hikumetê bikeve nava hewldanan.

Berdevka Neteweyî ya Partiya Sîwan a France Insoumise (Fransaya Serî Natewîne) Sîmonnet, di axaftina xwe de ya li meclîsê bal kişand ser grevên birçîbûnê, çalakiyên ji bo wê tên kirin û êrîş û gefên li dijî Rojava. 

Sîmmonet diyar kir ku 25'ê Çileyê ji bo çavdêrî û şopandina dadgehkirina Leyla Guvenê çûbû Amedê û bi bîr xist ku Guven di greva birçîbûnê de ye û got, "Guven, bi qasî ku jiyana xwe bixe metirsiyê çi dixwaze? Dawîkirina tecrîda li ser Mandelayê Kurdan Abdullah Ocalan dixwaze." 

Sîmmonet, di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku piştî serokê DYE'yê Donald Trûmp got, "Em ê hêzên xwe ji Sûriyeyê vekişînin", rejîma Erdogan gefên xwe yên li dijî Rojava zêdetir kirine û got, "Heke tişteke wiha bibe, wê ev tenê ne ji bo qirkirina Kurdan be, ji bo hemû herêmê bibe bobelateke mezin. Ev jî wê dibetiya çareseriya Sûriyeyê ji holê rake."

Sîmmonet, di axaftina xwe de anî ziman ku divê di kesayetiya Guven de piştgirî ji bo têkoşînê bê dayîn û got, "Ji bo vê jî bi armanca ku zext li Tirkiyeyê bê kirin, di asta hikumetê de divê şaredarî bikeve nava hewldanan."