'Divê Partiya Çep a Swêdê ji aliyê partiyên din jî bê şopandin'

Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li Swêdê Ayşe Goktepe got hêvîdar e ku partiyên din jî Partiya Çep a di kongreya xwe de ji bo PKK ji lîsteya terorê bê derxistin biryara hewldanan dabû, bişopînin.

Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li Swêdê Ayşe Goktepe got hêvîdar e ku partiyên din jî Partiya Çep a di kongreya xwe de ji bo PKK ji lîsteya terorê bê derxistin biryara hewldanan dabû, bişopînin.

Partiya Çep a Swêdê, hefteya bihurî di kongreya xwe de ji bo PKK ji lîsteya terorê bê derxistin biryara meşandina xebatan dabû, ev jî ji aliyê Kurd, Ermen, Asûrî-Suryanî, şoreşgerên Swêdî ve bi kêfxweşiyê hatibû pêşwazîkirin.

Tevî Meclîsa Partiya Çep li dij rabibû jî, Kongreyê biryara meşandina xebatên ji bo PKK’ê ji lîsteya terorê derxistinê dabû.

Meclîsa Partiya Çep, digot ku bi temamî li dijî lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropa amade kiriye disekinin, eger bi daxwazek wisa nêz bibin wê demê lîsteya terorê wê bi xwe meşrû bikin, lewrê jî li hember biryara têkîldarî PKK’ê rabibûn.

TIRKIYE LÎSTEYA TERORÊ LI DIJÎ PKK’Ê BI KAR TÎNE

Têkîldarî biryara kongreyê, Lîderê Partiya Çep Jonas Sjostedt ji Ajansa Nûçeyan a TT re axivî, got dibe ev wek rewakirina lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê bê fêmkirin, lê tevî vê jî xebatên der heqê mafên Kurdên li Tirkiyeyê û ji bo aştiyê girîng in.

Sjostedt, bal kişand ku bi awayekî eşkere ji ber dewleta Tirk naxwaze bi PKK’ê re hevdîtinan bike, vê lîsteya terorê bi kar tîne.

Parlamenterê berê yê Partiya Çep û Serokê Koma Meclîsê ya Şaredariya Orebro Mûrad Artîn, destnîşan kir ku PKK wek têkoşîna ANC’ê ya li Başûrê Afrîkayê têkoşîna azadiyê dimeşîne, li dijî DAÎŞ’ê şerekî bi bandor dike , bi dewleta Tirk re jî ji bo demokrasî û mafên mirovan dixwaze pêvajoya aştiyê bide destpêkirin. Her wiha diyar kir ku PKK’e ji lîsteya terorê bê derxistin wê pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê hê hêsantir bibe.

Ji berpirsên Têkîliyên Derve yê Ûppsala ya Partiya Çep Yekbûn Alp jî ji bo biryarê got dîrokî ye û serkeftinek mezin e.

DERENG MANE, LÊ BIRYAREK DILXWEŞKER E

Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li Swêdê Ayşe Goktepe got ev biryarek dereng mayî ye, lê dilxweşker e.

Goktepe diyar kir ku girîngiyê didin biryara Kongreya Partiya Çep a Swêdê, wiha dewam kir: “Tevahî siyasetmedarên li Swêdê baş dizanin ku PKK’e ne rêxistinek terorî ye û tevgerek azadiyê ye. Em ji partiyên din jî li benda heman hewldanan in û dixwazin Partiya Çep bişopînin. Demek nêz wê Kongreya Partiya Keskan jî hebe. Em hêvî dikin ku mijarê bixin rojeva xwe.”