Divê li dijî ferzkirina bêstatubûnê Kurd bibin yek

Divê li dijî ferzkirina bêstatubûnê Kurd bibin yek

Li Rojava pevçûnên navbera YPG û El Nusrayê her diçe zêde dibin. Derhênerê fîlman Yasser Salîm ku ji ber tehdîdên muxalefet û rejîmê neçar ma welatê xwe terk bike ev meheke ji malbata xwe ya li Qamişlo maye dur e. Salîm niha wek penaber li Stenbolê dijîn û rewşa dawî ya Rojavaji ANF’ê re nirxand.Salîm da zanîn ku li dijî ferzkirina bêstatubûnê divê kurd teqez bibin yek.

Salîm da zanîn ku bi malbata xwer re li Qamişlo dijiyan û ji ber çeteyên El Nusra û Çeteyên alîgirên Dewleta Îslamî ya Iraqê bi taybet ev 20 rojin rewşa Rojava her diçe xerab dibe. Salim anî ziman ku kurd ji ber çeteyan neçarî koçberiyê dibin û sedema koçberiyê tirsa mirinê û sedema wê ya din jî pirsgirêkên aborîne. Salîm di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Malbata min li Qamişlo dimîne. Ez her roj li wan digerim. Hêzên YPG’ê li dijî çeteyên El Nusra berxwedaneke mezin nîşan didin. Ji ber vê jî sempatiyeke mezin qezenc dikin. Ligel kurdan, hinek eşîrên ereb yên li dijî Esadin jî tevli YPG’ê dibin û di bin sîwaneya YPG’ê de ewlehiya herêma xwe digirin.

LI SER DU GUZERGAHAN XETA ÇETEYAN

Salîm diyar kir ku çeteyên El Nusra li Rojava li ser du guzergahan du nokteyên ketin û têketinê çêkirine û cihên ku hêzên YPG’ê lê nînin xeta xwe avakirine. Salîm wiha got: “Ji van xetan yek herêma ereban ya di navbera Qamişlo-Şamê de û ya din jî li ser deriyê sînor yê Serêkaniyê dixebite. Çeteyên êrîşê Qamişo dikin zêdetir ji ser Şamê tên û kesên êrîşên Kobanî û Efrînê dikin zêdetir ji sînorê Serêkaniyê derbas dibin.

Salîm bi lêv kir ku çete bi taybet di saetên sibê de bi ser gundan de digirin û wiha pêde çû: “Bi taybet gundên ku zêdetir tevli YPG’ê dibin hildibêjêrin. Di saetên zû sibê de bi serde digirin û gulebaran dikin. Dixwazin kurd gundê xwe terk bikin. Çeteyên El Nusra bajarê Îdlîb bi giştî girtine dest û got: “Ligel ku  ne rejîm, ne muxalîf û ne jî gelê herêmê xwedî li van çeteyan dertê, hebûna van çeteyan li vê herêmê mirovan dide fikirîn.

JI BO ZILMÊ LI KURDAN BIKIN DIBIN YEK

Salîm wiha pê de çû: “Hêzên serdest statuya kurdan qebûl nakin. Bi taybet wek tê zanîn Tirkiye, Sûriye, Suudî Erebistan, Iraq û Îran dijminê kurdan bûn. Ger ji van welatan re bimînin, kurdan paqij dikin. Desturê nadin avabûnên kurdan. Ji ber vê yekê ji bo kurd li herêmê zêdetir bihêz nebin, Tirkiye piştgiriyê dide çeteyan. Bi qurtasî ji bo zilmê li kurdan bikin dibin yek.

JI BO 11 KURSIYÎ BÊSTATUBÛN

Salîm di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Hinek partiyên kurd yên wekê Partî, Partiya Azadî, Partiya Yekitî ku di Konseya Bilind a Kurd de cih girtin ji bo bikevin Konseya Derbasbûnê ya Natewî ya Muxalîfên Sûriyeyê xwe amade dikin. Hewl tê dayîn ku ev partiyên kurd ji bo 11 kursiyî, bê statu bê hiştin. Ji xwe serdest jî vê dixwazin.  Muxalîf û kesên piştgiriyê didin wan dixwazin bi 11 kursiyê kurdan bidin sekinandin û ew bibin yekane nûnerên Sûriyeyê. Divê kurd vê lîstikê xera bikin.  Ez dixwazim gelê me bigihêje mafên xwe. Ger kurd bi vî awayî bikevin nava lîstikê dê me xemgîn bike.em li dijî têkoşîna tê dayîn neheqiye. Divê teqez pêşîlêgirtin çêbibe.