'Divê ku hevdîtin bê şert dest pê bikin'

'Divê ku hevdîtin bê şert dest pê bikin'

Yek ji Çepgirên Welatê BASK’ê Îon Andonî Lekue Eguren bal kîşand ser hevdîtinên dîsa dinavbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewleta tirkan û wiha got: “Pir girînge ku hevdîtin bê şert hatine destpêkirin. Pîştî ku hate destpêkirin divê ku dest ji diyalogê neyê berdan. komkujiyên weke ya Parîsê bên jiyankirin jî divê pêvajo berdewam bike.”

Îon Andonî Lekue Eguren e ku yek ji Çepgirên Abertzale yê Welatê BASK’ê ji bo ku tevli Sempozyuma ‘Platforma ji Ocalan re azadî’ bibe hatibû Stenbol ê. Eguren bersiv da pirsên ANF’ê û derbarê vê pêvajoya diyalogê de nerînên xwe anî ziman.

Eguren derbarê hevdîtinên ku Îmraliyê hatine despêkirin wiha got: “Pir girînge ku hevdîtin bê şert hatine destpêkirin. Divê ku ev hevdîtin veguherin diyalogê. Divê dema ku komkujiyên mîna Parîsê jiyan jî bikin jî ev pêvajo bê birêve birin. Tevî hemû zoriyan jî divê di diyalogê de bê israrkirin. Yanî divê ku çawa ku bê şert destpêkiriye, pişt re jî bê berdewamkirin. A girîng pêvajoye.”

HIKÛMETA ÎSPANYA

Eguren diyar kir ku ‘ bê pêvçûn, nayê wateya aşitiyê û wiha axivî: “Divê destpêkê de ji bo diyalog û muzakereyê rewşeke guncav bê afirandin. Ev jî tê wateya ku piştgiriyê ji Civakên Sivîl, Partiyên Siyasî, Civakên Navneteweyî û ji me bigire. Lê ev nayê wê wateyê ku dê dewlet raste rast pêvajoyekê adil bikeve nava hewldanan. Divê rewşê de tu eleqeya îlankirina agirbestê ya ji aliyê ETA’yê û dîsa biryara wê ya bi dawîkirina çalakiyên çekdar û gavên hatine avêtin bi diyaloga ku bi hikûmeta Îspanyayê re hatiye pêşxistin re tune ye. Divê rewşa niha de jî hikûmeta Îspanyayê tiştekê nake, hata ku pêvajoya girtinê sabote dike. Tiştê ez dixwazim bêjim, ji bo ku pêvajo pêşve biçe divê ku em bêhtir zoriyê bikin.”

KOMISYONA LÊKOLÎNÊ

Eguren diyar kir ku ‘Tevgera Kurd dixwaze li Tirkiyeyê Komisyona Lêkolîna Heqîqetê ava bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şerê dinavbera BASK û Îspanyayê ev 50 sale berdewam dike. Dinava van pêvajoyan de gelek binpêkirinên mafan hatin jiyankirin. Lê nîqaşbûna vana di van salên dawiyê de tê kirin. Lewre komisyonek bi vî awayî ne hat avakirin. Lê em vê dixwazin. Ji bo vê yeke sînyala destpêkê parlamentoya BASK’ê da. Ji bo terora dewletê komisyon hate avakirin. Ev yek pir bi sînor ma. Ev dixwazin binpêkirinên mafan yên ku ji aliyê herdû hêlan ve hatine kirin nîqaş bikin. Ji bo ku herdû alîgir carekdin nekevin şer û pevçûnan de li hev bikin.”

Eguren herî dawî wiha got: “ ji bo ku yên ku rehbîlîtasyon û pêvajoya şer dîtine carek din dûbare nebe divê sê têgehên sereke divê hebin. Di destpêkê de ji ber ku hikûmeta Îspanyayê di rewşa naskirina binpêkirina mafan nîne. Di despêkê de em ji bo vê yekê têdikoşin.”