‘Divê kanton bên naskirin, korîdor vê vekirin, PKK ji lîsteya terorê bê derxistin’

‘Divê kanton bên naskirin, korîdor vê vekirin, PKK ji lîsteya terorê bê derxistin’

Heyeta Hollandayê ya Partiya Sosyalîst ku çû sînorê Kobanê-Pirsûsê li gund û konbajaran serdan pêk anîn bertekên tund nîşanî hikûmetê da. Sekreterê Giştî yê Partiyê Hans Van Heîjnîngen û parlamenter Saadest Karabulut diyar kir ku di belavkirina alîkariyan de hikûmet polîtîkayek bêpergal dimeşîne û got: “Em ê ji bo naskirina kantonan, vekirina korîdorê û ji bo PKK ji lîsteya terorê bê derxistin zextê li parlementoya Ewropa û Hollandayê bikin.

Hans Van Heîjnîngen û Saadet Karabulut der barê serdanên xwe de ji ajansa me re axivîn. Heîjnîngeh got ku ev 3 roj e li Bakurê Kurdistanê rewşa kesên koç kirine tespît dikin û sedama hatina wan civîneke ku rêxistinên Kurdan li Hollandayê pêk aniye û diyar kir li Hollandayê 350 hezar Kurd-Tirk li Hollandayê hene û wek partî bi wan re dikevin têkiliyê. Heîjnîngehn wiha got: “Di civîna ku li Hollandayê pêk hatiye li ser sê mijaran hat sekinandin. Hûn dizanin PKK di lîsteya terorê de ye. Ev şermeke mezin e. Ji ber ku hewldana PKK’ê ya li dijî DAIŞ’ê li holê ye. Li Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê heye. Hewldana çareseriyê heye. Ev ji bo fêdeya Tirk û Kurdan e. Divê statuya Kurdên Rojava bê nasîn. Ji bo PKK ji lîsteya terorê bê derxistin çi ji destê me bê em ê bikin.

Di civînê de her wiha em li ser kantonên Rojava jî sekinin. Di civînê de hat gotin ku divê her sê kanton jî bên nasîn. Tespîta me ya din jî welatiyên koçber bûne.”

KURD BÛN MÎNAK

Heîjnîngen diyar kir ku bi sedhezaran penaber mijara gotinê ne û ev rewşek xemgîn e û got: “Ev mirov mexdûrên globaliya polîtîk in. Pêvajoya çareseriyê ya Bakur û rewşa Kobanê girêdayî hev e. Ji bo me her du mijar jî gelek girîng in. Ji bo her duyan jî çi ji destê me bê em ê bikin. Li sînor derfetên me hene, lê çi ji destê me bê em ê bikin. Çavderiyên me yên çend rojan bandorek mezin li me kir. Têkoşîna Kurdan îlhamek mezin da me. Hewldana şaredariyên herêmên û saziyên pîşeyî, gel gelek girîng e.  Di rastiyê de Kurd ji bo derdorên hevdem ên pêşdeçûyî mînak in.

TRAJEDIYA MIROVAHIYÊ LI VIR E

Heîjnîngeh diyar kir ku ji bo piştevaniya bi Kobanê re gelek hewldanên wan hene û got ew ê bi pêşnûmepirsan biçin Parlamentoya Ewropayê û got: “Em ê bi ser hikûmeta Hollandayê de biçin. Em ê serî li Parlamentoya Ewropayê bidin. Em ê ji bo vekirina korîdorê zextê li dewleta Tirk bikin. Dewleta Tirk di meseleya Sûriye û Kurd de rolek adîlane nalîze. Ya min matmayî dike jî bêpergala di belavkirina alîkariya ji bo penaberan e. Li vir bi rastî jî trajediyek mirovahiyê heye.

DIVÊ PIŞTGIRÎ JI BO KOBANÊ BÊ DAYÎN

Parlamenter Saadet Karabulut jî got ku gelê Kurd li dijî êrîşên dijwar têkoşînek mezin dimeşîne û di nava piştevaniyek mezin de ne. Karabulut anî ziman ku ji bo ew piştgiriyê bidin vê berxwedanê hevdîtin pêk anîne û got: “Her çiqas gel xebatên piştevaniyê bimeşînin jî ev têr nakin. Li Kobanê li dijî çeteyan têkoşînek mezin tê dayîn. Ji qada navneteweyî alîkarî nayê. Ev rewşeke ku bê qebûlkirin nîne. Dema em vegerin Hollandayê em ê li hikûmetê israr bikin. Divê demildest alîkariyên mirovahî bên kirin. Divê hewcedarî bê çareserkirin.

Divê hikûmeta AKP’ê êdî dest ji van polîtîkayên dijminahiyên yên li dijî gelê xwe dest berde. Divê pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd cidî bigire. Di vê nuqteyê de hevdîtin didomin. Divê ev cidî bê girtin.”