'Divê îşkencexaneya Îmraliyê bê girtin'

'Divê îşkencexaneya Îmraliyê bê girtin'

Endamên Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan li ber girtîgeha Bakirkoy daxuyaniyek dan û diyar kirin ku piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê û xwestin Girtîgeha Îmraliyê bê girtin.

Endamên Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan li ber girtîgeha Bakirkoy a Jinan  daxuyaniyek dan çapemeniyê.  Di daxuyaniyê de wêneyên 3 siyasetmedarên kurd yên li Parîsê hatin qetilkirin hatin hildan û he wiha girseyê pankartên bi ser navê ‘Em soz didin lehengên azadiyê. Em dê ji berpirsan hesab bipirsin’ û ‘Ne tecrîd, ne şer, muzakere’ hate vekirin.

Li ser navê TUAD’ê Behçet Çîçek daxuyanî xwend û  de barê pêvajoya ku ji nûve hevdîtin dest pê kirin de wihagot: “Divê Dewlet bi awayekî samîmî nêzî pêvajoyê bibe.  Samîmiyet şerta serekeye. Ger desthilatdariya siyasî samîmî tevbigere û zimanê erênî bikarbîne, dê ev şerê 30 sale didome û rondikên çavan dê bi dawî be.

Behçet Çîçek da zanîn ku Gelê kurd bê şert û merc piştgiriyê dide pêvajoya ku Ocalan hatiye dest pêkirin û wiha got: “Desthilatdariya Siyasî divê vê peyamê baş bixwîne û divê îşkecexaneya Îmraliyê demildest bigire. Divê ev dîalog veguhere muzakera û divê muzakere di bin şert û mercên baş de pêk were.  Nêzîkatiya li hemberî Ocalan, li hemberî gelê kurd û aştiyê ye. Em malbatên girtiyan piştgiriyê didin pêvajoyê. Divê gelên Tirkiyeyê li dijî îşkece û pêkanînên li girtîgehan bi awayekî sîstematîk tên meşandin bi hestiyar tevbigerin.”