'Divê em zêdetir xwedî li berxwedana girtiyan derkevin'

Mehmet Ocalan, çalakvanên ketin greva birçîbûnê silav kir û got, “Gelê me dikare bi rengekî bê sînor li ber xwe bide. Divê em zêdetir xwedî li berxwedana berxwedêrên li zindanê derkevin."

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 37’emîn de didome. Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK’ê û PAJK’ê jî koma duyemîn dewr girtibû û di roja 7’an de dewam dike. 

Birayê Ocalan, Mehmet Ocalan ku herî dawî di 11’ê Îlona 2016'an de bi birayê xwe re hevdîtin pêk anîbû çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîdkirina Ocalan ji Ajansa Mezopotamyayê re nirxand. 

Mehmet Ocalan anî ziman, 20 sal in tecrîda girankirî li dijî Ocalan didome û wiha got: “Sê salên dawî tecrîdeke pir giran heye. Çalakiya Leyla Guven û girtiyên din gelekî girîng e. Divê ev bar li ser milê girtiyan neyê hiştin. Tişta ku girtî bikin çalakiya herî radîkal e ew jî wê bedena xwe bidin ber mirinê. Lê berxwedana gelê me ya li derve bike, bê sînor e. Divê xwedî li çalakiya girtiyan bê derketin. Berevajî vê yekê wê bikevin rêyek jêveneger."

‘DIVÊ ÇALAKÎ LI ÇAR PARÇEYAN BELAV BIBE’ 

Mehmet Ocalan bi bîr xist ku ji 2 salan zêdetir e ti têkilî bi Ocalan re nehatiye danîn û wiha domand: “Her rojek bi Serokatiyê re hevdîtin nayê kirin divê bibe sedema têkoşîna bi milyonan. Ev ji 2 salan zêdetir e me tu agahî jê negirtiye. Em ji tenduristî û jiyana wî bi fikar in. Lê ne tenê me, tevahiya gelê Kurd ê li parçeyên Kurdistanê xwedî heman tirs û fikarê ye. Ji ber vê yekê çalakiyên ji bo Serokatiyê hatine destpêkirin, divê ne yek parçe lazim e li hemû parçeyên Kurdistanê berbelav bibe. Jiyana Serokatiyê jiyana gelekî ye.”

‘TECRÎD BÊ ŞIKANDIN WÊ POLÎTÎKAYÊN AKP’Ê PÛÇ BIBIN’

Mehmet Ocalan destnîşan kir ku bi polîtîka giran a tecrîdkirina Ocalan daxwazên gelekî ji nedîtî ve tê û got: “Bi tecrîdê dixwazin gelê Kurd tune bikin. Serokatî ji bo hemû neteweyan kesayetekî  girîng e. Dewlet bi tecrîdkirina Serokatî dixwaze gelek tiştan bike armanca. AKP îro dijminahiyek xedar li gelê Kurd dike. Vê jî bi tecrîdkirina Serokatiyê pêk tîne. Bidawîkirina tecrîdkirina Serokatî tê wateya em gavek din nêzî azadiya gelê Kurd û Kurdistanê bibin. Bi şikandina tecrîdê re wê polîtîkaya zextên AKP’ê ya li ser Kurdan bi dawî bibe.”

‘KES NIKARE XWE JI BERPIRSYARIYÊ VEGIRE’ 

Ocalan bi bîr xist ku piştî çalakiyên greva birçîbûnê ya sala 2012’an bi Ocalan re hevdîtin pêk hatiye û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Serokatî çalakiya greva birçîbûnê ya wê demê gelek watedar û girîng dîtibû. Lê ji mirovên derve re gotibû ‘Bila berpirsyariya xwe ji zîndanan re bernedin.’ Belê îro bêhtir dem dema xwedîderketina li berpirsyariyê ye. Ji ber vê yekê maf û şensê kesî nîne ku xwe ji berpirsyariyê vegire. Ez çalakiya Leyla Guven û girtiyan silav dikim. Ez êrîşa dewletê ya li dijî çalakiyan jî şermezar dikim.”