‘Divê dewlet gavan bavêj e’
‘Divê dewlet gavan bavêj e’
‘Divê dewlet gavan bavêj e’
Li gelek bajar û navçeyên herêmê bi hezaran welatiyan di nimêjên înê de hatin cem hev û nimêj kirin. Di nimêjan de ji bo dewlet di "pêvajoya çareseriyê" de gavan bavêje bang hate kirin.
Li Sêrtê li qada bi ser avahiya BDP'ê ya Sêrtê, Misirc li avahiya BDP'ê ya Misircê, Hezex li Mala Gel a Şaredariya Hezexê ya li Parqa Aştiyê, Sîlopî li qada vala ya li ber avahiya BDP'ê ya Sîlopiyê, Serêkaniyê li Salona Konferansê ya li avahiya BDP'ê ya Serêkaniyê, Amed li Sûka Binerde a Selahattîn Eyyubî ya li Qada Derê Çiya ya Amedê, Bîsmîl li Parqa Halîl Îbrahîm Oruç, Farqîn li Mala Şînê ya Navendê, Milazgir li avahiya BDP'ê ya Milazgirê û li Wanê li înşata Otoparka Şaredariya Wanê bi hezaran welatiyan nimêjên înê kirin. Di nimêjan de bi kurdî waez hatin xwendin û xudbe hatin dayîn. Di nimêjan de melayan diyar kir ku divê hemû kes piştgiriyê bide pêvajoyê û hemû xwe xwedî lê derbikevin. Di axaftinan de hate bilêvkirin ku divê ji bo aştiyekî mayînde û demokratîkbûnê dewlet demildest gavan bavêje.