Divê demokrasî û yekîtiya neteweyî rojeva Kurdan diyar bike

KNK'ê li Silêmaniyê Şêwra Yekîtiya Neteweyî pêk anî. Şêwra ku bi beşdariya 400 delegeyî du rojan dewam kir, di nava raya giştî ya Kurd de deng veda.

Ji bilî bi dehan rêxistin û saziyan, gelek rewşenbîr û kesayetên di nava civakê de xwedî bandor tevlî bûn. Ji bilî PDK'ê, dûvikên PDK'ê yên li Rojavayê Kurdistanê li dijî şoreşê dixebitin û partiyeke ku li Rojhilatê Kurdistanê bi PDK'ê ve girêdayî ye, hemû hêzên siyasî yên li Kurdistanê li vê şêwrê hatin temsîlkirin.

Bi vê civînê re derket holê, ku piraniya gelê Kurd daxwaza yekîtiya neteweyî dike û di vê derbarê de nêrîna wan yek e. Yek an jî du partî tevlî Kongreya Neteweyî nebin jî, kongre dikare pêk were. Ev jî ji bo gelê Kurd destketiyek e. Navê wê çi dibe bila bibe, wê partiyek nikaribe li pêşiya damezrandina kongreyê bibe asteng.

Ne tenê nûnerên partiyên siyasî, her wiha gelek rewşenbîr, jin, ciwan û kesayetên cuda jî tevlî vê şêwrê bûne. Ev yek tiştekî erênî ye. Nêrîna, 'yekîtiya Kurdan û kongreya neteweyî tenê bi partiyên siyasî dikare bê kirin', nêrîn û nêzîkatiyeke ji sedsala 20'an maye. 

Yekîtiya neteweyî bi danîna têkiliyeke demokratîk di navbera partiyên Kurd de pêkan e. Yekîtiya ku nikaribe têkiliyeke demokratîk di navbera partiyên Kurdan de pêk bîne, wê nikaribe bersivê bide demê.

Ji ber vê yekê, li kêleka ciwan, rewşenbîr û jinan, divê Êzidî, Elewî, Suryanî û pêkhateyên din jî bibin delegeyên kongreyê.

Bi gotina, 'Êzidî û Elewî Kurd in' nabe ku ev pêwîstî bê piştguhkirin. Ev yek ji bo Asûrî-Suryanî û Keldaniyan jî derbas dibe.

Niha ji bo Kurdan tişta herî guncaw, rewşa Şengalê, xwerêvebirina wê û azadiya civaka Êzidî ye.

Ev yek êdî rojeva Kurdan a sereke ye. Partiyeke Kurdan a ku xweseriya Êzidiyan nexe rojeva xwe, wê ev yek were wê wateyê ku ji rojeva Kurdan a guncaw û sereke dûr ketiye. Tevgereke siyasî ku Xweseriya Êzidiyan ne di rojeva wê de be, nikare ji xwe re bêje, ku ew partiya Kurdan e, yan jî wê ji bo mirovahiyê tiştekî bike.

Di nava Kurdan de êdî pîvana demokratîkbûnê, nêzîkbûna li Xweseriya Êzîdxanê û xwedîderketina li xweseriyê ye. Divê hêzên demokrat, daxwaza Êzidiyan a ji bo avakirina meclîsên xwe bipêjirinînin û piştgiriyê bidin wan. Pêwîste piştgiriyê bidin xweparastin û xwe birêxistinkirina Êzidiyan. Kî vê yekê neparêze, nikare ji xwe re bêje 'ez demokrat im, ez mirov im'.

Kesên ku desthilatdariya xwe li ser Şengalê ferz bikin, ew despot in. Ne wijdan, ne exlaq û ne jî dîrok vê qebûl dike. Ne PDK, ne Iraq û ne jî Êzidî karin weke beriya 3 Tebaxê nêzîk bibin û bifikirin.

Nabe ku ti hêza siyasî li ser eş û azara ku Êzidiyan di nava dîrokê de kişandiya siyaseta desthilatdariyê bimeşîne. Ti kes nikare ji qelsbûn û hindikbûna ‎Êzidiyan fêdê bigire. Heya niha PDK'ê bi darê zorê û bi peran Êzidî li xwe dicivand. Iraq vê yekê yekê îro bi destê Haşdî Şabî dike. Li ser vê siyaseta ku tê meşandin, derdorê ku li ba PDK'ê bûn derbasî aliyê Iraqê û Haşdî Şabî dibin. Divê êdî Êzidî li ber darê zorê û pereyan stuyê xwe xwe netewînin. Êzidî divê êdî dev ji tirsê berdin û xwe netirsinîn. Lê belê piştî 3'ê Tebaxê ji bo Êzidiyan pir tişt hatin guhertin. Şoreşa zihnî û wijdanî di nava Êzidiyan de dest pê kiriye û havênê vê yekê hatiye girtin. Ji ber vê yekê Êzidî ne Êzidiyên beriya beriya 3'ê Tebaxê ne. Eger Êzidî ji fermana 3'ê Tebaxê ku, bi xwe re êş, azar, revandina hezaran jin, zarok, zilam, ji xiyaneta ku hatî kirin û ji tenê hiştinê re dersan negirin, wê ji çi dersan bigirin. Lê belê Êzidiyan dersên mezin ji vê yekê derxistine.

Heya ku Êzidî negihêjin jiyana azad wê rehat nebin. Ji ber vê yekê divê xebata yekîtiya neteweyî û Kongreya Neteweyî dest bavêjin vê pirsgirêkê. Ku partiyên siyasî yên Kurd, li ser vê yekê nesekinin ê çareser nekin, wê Êzidî baweriya xwe bi wan neyînin. Eger Haşdî Şabî hatibe vê derê û Êzidiyan tevger dike, egera wê PDK'ê ye û siyaseta wê ye. Ku PDK'ê Meclîsa Xweser a Şengalê qebûl kiribûya, ji xweparastina wan re rêz bigirta û Xweseriya Demokratîk qebûl bikira, wê Haşdî Şabî nikarîbûya bihata Şengalê û Êzidî bi rêxistin bikira. Çiqasî PDK'ê ders ji dema derbasbûyî girtiye em nizanin, lê eger ders jê dernexistibin wê li Şengalê winda bike û mehkûmê vê yekê ye.

Li gorî çavderiyên me yên ji Şêwra Neteweyî ya Kurd û weke ku em dişopînin, piraniya partiyên siyasî ên Kurd, rewşenbîr, rêveberên civakê, jin û ciwan piştgiriyê didin Xweseriya Şengalê. Gelek ji wan li gel vê yekê ne ku beriya referandûmê statûya Şengalê zelal bibe.

Tişta din ku di Şêwra Neteweyî ya Kurd de derkete pêş ew e, ku gelek kes di derbarê biryara referandûmê bi guman in û di wê baweriyê de ne ku ev biryar ji bo ku ser pirsgirêken hindur û derve bigre hatiye standin û çedibê ku ev pêvejo Kurdan qels bike.

Li şûna ku PDK Başûrê Kurdistanê demokratîze bike û têkiliyên xwe bi Iraqê re sererast bike, gavên ku pêşiya şer di navbera Kurd û Ereban de veke davêjê. Ev gavên bê hesab metirsiyê bi xwe re tîne. Tê gotin, ku siyaseta PDK'ê ya ku pêşeroja Kurdan bi sêrê xwe diyar dike û li ser Kurdan ferz dike, wê xeteriyê bi xwe re bîne.

Herkes dibêjê divê niha rojeva Başûrê Kurdistanê ya sereke, xebitandina meclîsê û avakirina têkiliyên demokratîk di navbera partiyên Kurdan de be.
 
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA