Dittrich: Komkujiya li Parîsê dişibe cinayetên NSU’yê

Dittrich: Komkujiya li Parîsê dişibe cinayetên NSU’yê

Parlementera Partiya Çepgir a Alman Heidrun Dittrich komkujiya li Parîsa paytexta Franse pêk hat û di encamê de sê jinên Kurd ên siyasetmedar jiyana xwe ji dest dan şiband cinayetên Naziyan ên ku li Almanyayê li hemberî penaberan pêk hatin û xwest rêxistinên Kurdan ji “lîstên terorîst” derbikeve û got: “Ev bûyer nîşan dide ka têkoşîn ali dijî faşîzmê çiqas pêwîst e.”

Nerazîbûnên li hemberî qetilkirina sê siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Parîsa patyexta Franseyê pêk hat berdewam dike. Parlementera Partiya Çepgir a Alman daxuyaniyek bi sernava Kurdî ya “Jin Jiyan Azadî” weşand û komkujî şermezar kir.

Parlementera Alman diyar kir ku ew êşa gelê Kurd û têkoşîn azadiya Kurdistanê parve dike û ragihand ku ew tevlî mitînga ku dê li bajarê Hannoverê bê lidarxistin dibe û destnîşan kir ku careke din aşkere bû ku gelê Kurd dikin qûrbanê polîtîkayên emperyalîst.

'KOMKUJÎ DIŞIBE CINAYETÊN NSU’YÊ'

Dittrich ragihand ku bi bicihkirina fuzeyên patriot li Tirkiyeyê, tê wê wateyê ku hukûmeta Alman piştgiryê dide hemû polîtkayên dewleta Tirk û got: “Tevî SPD û Partiya Keskan, ji bilî partiya me ya Çep, hemû pratiyên di meclîsê de destekê da dan bicihkirina fuzeyên patroit li Tirkiyeyê. Ev yek di heman demê de tê wateya erêkirina polîtîkayên hukûmeta AKP’ê yên li hemberî Kurdan.”

Parlementera Alman diyar kir ku divê Tirkiye û Ewropa demokratîk bibin û komkujiya li hemberî jinên Kurd pêk hat bi van gotinan şîrove kir: “Ev bûyera li Parîsê qewimî, di warê karekterîstîk de dişibe, komkujiya ku Naziyan li Almayayê li hemberî penaberan pêk anî. Li vir cinayet li ber çavên penaberan pêk hatiye.”

Parlementera Çepgir îşaret bi wê yekê kir ku bi komkujiyê dixwazin derbe li tevgera jina Kurd bixin û got: “Ev bûyera tirsak û hovane careke din nîşan da ka çiqas pêwîstî bi têkoşîna li dijî faşîzmê heye.” Dittrich ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ban gli hukûmeta Tirk kir ku bi partiya Kurd û rêxistina Kurd re dest bi muzakereyan bike û ev bang kir:

“Êdî dema wê yekê hatiye ku Tirkiye pirsgirêka Kurd bi rêya aşitiyane çareser bike û pêngavan ber bi demokratîkbûnê ve biavêje. Her wiha, divê navê rêxistin û saziyên Kurd ên ku ku partiyên Kurdan krîmmînalîze dikin û ji lîsteyên ji aliyê servîsên îstîbaratî yên yekitiya Ewropayê ve hatine amadekirin were derxistin. Divê bêyi ku tu agahî di tarîtiyê de bimîne, hemû agahiyên komkujiya Parîsê bên ronîkirin.”

Duh û pêr jî Parlementerên Partiya Çepgir a Almayayê Andrej Hunko û Ulla Jelpke komkujiya li Parîsê bi tundî şermezar kiribûn û dabûn diyarkirin ku ew êşa gelê Kurd parve dikin û ji hukûmeta Franseyê xwestibûn ku bûyerê ronî bike.