Dîsa nehiştin parêzer biçin Îmraliyê

Dîsa nehiştin parêzer biçin Îmraliyê

Serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re, careke din bi hinceta "keştî xerabe ye" hat redkirin.

Ji parêzerên Ocalan Rêzan Sarica, Cengîz Yureklî, Mazlûm Dînç û Huseyîn Bogatekîn, ji bo li Girtîgeha Tîpa F ya bi Ewlekariya Bilind a li Îmraliyê bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, lê careke din bersiveke neyînî stendin. Ji parêzeran re hat ragihandin ku ji ber "xerabûna keştiyê" nikarin biçin Îmraliyê.

 Hêjayî gotinê ye, parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve bi hincetên cûrbecûr nikarin biçin Îmraliyê.