Dîsa nehiştin Malbata Şenyaşar bikeve Wezareta Edaletê

Emîne Şenyaşar ku malbata wê ji aliyê AKP’yiyan ve hat qetilkirin û li ber Wezareta Edaletê nobeta xwe didomîne, bi hinceta “Wezîr ne li vir e” careke din nehiştin ku bikeve avahiyê

Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li Enqereyê di roja 36’emîn de berdewam dike. Îro Seroka Komeleya Înîsiyatîfa Maf Fatma Bostan Unsal serdana Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar kir û li ber Deriyê Dîkmen ê Meclisê daxuyanî dan. 

 Fatma Bostan Unsal di daxuyaniyê de axivî û destnîşan kir ku ew ê her li cem Malbata Şenyaşar bin, ji destê wan bê wê bikin û li gel malbatê doza edaletê bikin.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar jî bi bîr xist ku 36 roj in Nobeda Edaletêl i Enqereyê didomînin û ew ê dest ji têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bernedin û bidomînin. 

Piştî daxuyaniyê Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiyên xwe li ser sandalyeya bi teker meşiya. Malbata Şenyaşar û li gel wan jî Fatma Bostan Unsal meşiyan. 

Malbata Şenyaşar gihîşt ber Wezareta Edaletê û xwestin bi Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç re hevdîtin bikin. Xebatkarên wezaretê diyar kirin ku wezîr ne li cihê xwe ye. Malbata Şenyaşar piştî demek li ber avahiyê sekinî, paşê vegeriya Meclisê.