BI DÎMEN

Dirûşma "Kujer Erdogan" li Baselê deng veda

Bi sedan kesên li Baselê daketin qadan, bi meşekê êrîşên hewayî yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û komkujiya li Zergelê şermezar kirin.

Bi sedan kesên li Baselê daketin qadan, bi meşekê êrîşên hewayî yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û komkujiya li Zergelê şermezar kirin. Di meşê de bi yek dengî dirûşma "Kujer Erdogan" hat qîrîn.

Bi sedan kesên bi pêşengiya Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd li Swîsreyê (DEM-KURD) daketin qadan, bi meş û mîtîngekê êrîşên hewayî yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û komkujiya li Zergelê şermezar kirin. Girseya gel li parka Dreirosen a Baselê civiya û ji vir ber bi Theater Platzê meşiya.

Girseya gel di meşê de wêneyên ciwanên li Pirsûsê hatin qetilkirin hil da, bi yek dengî dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Kujer DAIŞ, hevkar AKP", "Kujer Erdogan", "Kujer AKP ji Kurdistanê bicehime" qîriya û di kolanên herî qelebalix ên bajêr de meşiya.

Meşa ku MLKP, ATÎK, PYD, MKP û gelek rêxistinên çep û sosyalîst ên Tirkiyeyê jî destek dan, li eleqeyeke mezin a Swîsreyiyan rast hat. Swîsreyiyên li derdorê bi çepikan destek dan çalakvanan.

KOMUR: DIVÊ HER KES BIHERIKE QADAN

Li dû meşê li Theater Platzê mîtîng hat lidarxistin. Li ser navê DEM-KURD'ê Fûat Komur li vir peyivî û bi şermezarkirina komkujiya li Zergelê dest bi axaftina xwe kir. Komur anî ziman ku Hikûmeta AKP'ê û Erdogan ji bo desthilatdariya xwe li Kurdistanê şer dane destpêkirin. Komur da zanîn ku AKP a dixwaze têkoşîna li Kurdisatnê bifetisîne destekê dide çeteyên DAIŞ'ê û got, "Lê belê artêşa me ya leheng a gel YPG û YPJ, bi ruhê berxwedanê re planên hikûmeta AKP'ê û Erdogan pûç kirine."

Komur da zanîn ku AKP ji ber têkçûna xwe ya di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de li hemberî Kurdan dest bi şer kiriye, starta vê jî bi komkujiya li Pirsûsê re daye û got, "AKP a ku qîma xwe bi komkujiya li Pirsûsê neanî, êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û mirovên sivîl qetil kir."

Komur diyar kir ku bi vî şerî re tê xwestin gelê Kurd bi temamî ji holê bê rakirin û bang li her kesî kir ku li hemberî şer dakevin qadan.

ARSLAN: JINÊN KURD WÊ RÊ NEDIN ŞER

Piştre li ser navê Tevgera Jinan li Swîsreyê Xanim Arslan mafê axaftinê wergirt û diyar kir ku li hemberî şerê ku Erdogan ji bo desthilatdariya xwe derxistiye, divê jin hemû dakevin qadan. Arslan destnîşan kir ku jinên Kurd wê ti carî rê nedin polîtîkaya şer a Erdogan.

HAVÛZ: ŞERÊ ERDOGAN ÊRÎŞA LI HEMBERÎ RÊVEBERIYA DEMOKRATÎK E

Ji Federasyona Karkerên Koçber li Swîsreyê (ÎGÎF) Gulten Yavûz jî ragihand ku komkujiya li Zergelê dişibe komkujiyên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve tên kirin û anî ziman ku ev şer li hemberî têkoşîna hişyariya demokratîk a gelan tê meşandin. Yavûz got, "Ev şer êrîşa li hemberî şoreşa Rojava, li hemberî berxwedana Kobanê ye. Êrîşa li dijî rêveberiya demokratîk a li Rojava bi vîna serbixwe ya gelê Kurd û gelên din hatiye avakirin e. Êrîşa li hemberî diyarkirina çarenûsa gelan a bi destê gelan e." Yavûz da xuyakirin ku ev şer ji bo desthilatdariya Erdogan tê kirin û destnîşan kir ku çi polîtîka bê meşandin jî, di encama vî şerî de wê AKP û Erdogan winda bikin.