Dîroka Cinêv-8 diyar bû: 28’ê Mijdarê
Hate diyarkirin, wek ku pêşbîniya wê hatî kirin hevdîtinên cara 8'an ên Cinêvê wê 28’ê Mijdarê dest pê bikin.
Hate diyarkirin, wek ku pêşbîniya wê hatî kirin hevdîtinên cara 8'an ên Cinêvê wê 28’ê Mijdarê dest pê bikin.
Buroya Cinêvê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hevdîtinên cara 8’an ên Cinêvê ku bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî pêk tên wê 28’ê Mijdarê dest pê bikin.
Di daxuyaniyê de hate gotin Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê NY’yê Staffan de Mîstûra piştî civîna 26’ê Cotmehê ya Konseya Ewlekariyê ya NY’yê ya bi rojeva Sûriyê ji bo hevdîtinên Cinêvê gelekî danûstandin kirine.
Hate gotin ku De Mîstûra di hevdîtİnan de hem herêmî û hem jî bi rayedarên Ewropa, DYA û Rûsyayê re derbarê mijarê gelek danûstandin kirine. Hate gotin danûstaninên Alîkarê De Mîstûra Ramzy Ezeldîn ên li Riyadê bi dawî bûne. Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin derbarê mijarê bi rayedarên Fransî re hevtiya bê li Cinêvê wê bi delegeasyona Rûs re hevdîtin pêk were.
Di daxuyaniyê de nehate diyarkirin bê ka kî wê tevlî rûniştina cara 8’an a Cinêvê bibe, ku civîn wê li ser biryara bi hijmara 2254’an a Konseya Ewlekariyê ya NY’yê ya sala 2015’an a bi rojeva Sûriyê pêk were.
Hevdîtinên Cinêvê ku nûnerên rastîn ên Kurdan nehatin vexwendin, heta niha 7 caran pêk hatibû û ti encam negirtibûn.