Dîplomatên Polonyayî hatin dersînorkirin
Dîplomatên Polonyayî hatin dersînorkirin
Dîplomatên Polonyayî hatin dersînorkirin
Di navbera Rûsya û dewletên Rojavayî de, rêbazên şerê sar ji nû ve ketin meriyetê. Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Rûsyayê li hemberî dersînorkirina dîplomatên Rûs, çend dîplomatên Polonyayî ji ber karên ne li gorî statuya xwe meşandine, dersînor kiriye.
Polonyayê beriya demeke kurt, çend ji dîplomatên Rûs bi hinceta ku xebatên ne li gorî statuya xwe meşandine, dersînor kiribû.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê de hat gotin, "Belê, mixabin rayedarên Polonyayî gaveke ku li tiştekî nayê û bi ti awayekî ne dostanî ye, avêtin. Lewma aliyê Rûs jî bi heman rengî bersiv daye û çend ji dîplomatên Polonyayî bi hinceta xebatên ne li gorî statuya xwe meşandine xwestiye xaka welatê me biterikînin."