Dîmenê dawî yê bombevanê Pirsûsê derket holê - TAYBET

Dîmenê dawî yê bombevan Şeyh Abdûrrahman Alagoz ê li Pirsûsê 33 ciwan qetil kir, di dokûmantera derhêner Garîp Çelîk a bi navê "Amara Suruç" de derket holê.

Dîmenê dawî yê bombevan Şeyh Abdûrrahman Alagoz ê li Pirsûsê 33 ciwan qetil kir, di dokûmantera derhêner Garîp Çelîk a bi navê "Amara Suruç" de derket holê. Di dîmenên ji aliyê  Çelîk ê ji komkujiyê bi saxî filitî ve hat kişandin de, cara yekemîn tê dîtin ku bombevan Alagoz bi çi rengî xwe ber dide nava girseyê. Di dîmen de tê dîtin ku Alagoz, du deqe beriya bidawîbûna daxuyaniya çapemeniyê ya ciwanên ji bo alîkariya Kobanê li Pirsûsê bûn xuya dike, dixwaze ber bi pêş ve bê, piştî ku gavekê diavêje dest ji vê hewldana xwe berdide, dema li Ogûz ê daxuyaniyê dide çapemeniyê guhdarî dike serê xwe dihejîne û li çepikan dixe, dema qîrîna dirûşmeyan destpê dike serê xwe berdide jêrê û bombeya li zikê xwe pêçandiye, diteqîne.

DÎMENÊ DAWÎ YÊ BOMBEKARÊ XWEKUJ

Di mijara Komkujiya Pirsûsê de, ku bû nûqteya dawî ya bidawîbûna rewşa bêpevçûniyê, lê ser wê hat nixumandin, heta niha ti gav nehatiye avêtin. Dîmenê dawî yê Şeyh Abdûrrahman Alagoz ê li Pirsûsê rê li ber mirina 33 kesan vekir û ji bilî kamerayên mobese nehat tespîtkirin, di dokûmantera derhêner Garîp Çelîk a bi navê "Mara Suruç" de derket holê.

Çelîk ê ji bo kişandina dokûmantera Kobanê bi ciwanên Federasyona Ciwanên Soreşger ên Sosyalîst (SDGF) ket ser rê û di kêliya dawî de ji mirinê filitî, dema montaja dokûmantera "Amara Suruç" a ji bo bîranîna şehîdên Pirsûsê amade dikir, bi dîmenê Alagoz hesiya. Wêneyê Alagoz ê heta niha di medyayê de hat weşandin, wêneyê di nasnameya wî de û dîmenê kamera mobese ya li pêşiya Komeleya Çandê ya Amara bûn. Lê kamera Çelîk dîmenê Alagoz ê dema xwe ji bo teqînê amade dike, kişandiye. Kêliyeke kurt beriya bi dawîbûna daxuyaniya çapemeniyê Alagoz di nva girseyê de tevdigere, lê dema ji ber qelebalixiyê nikare derbasî pêş bibe li cihê lê ye, demeke kurt disekine û li Berdevkê SDGF Ogûz Yuzgez ê daxuyaniyê dide dinêre û serê xwe dihejîne. Dema çepik û dirûşme destpê dikin Alagoz serê xwe berjêr dike û piştî 16 saniyeyan bombeyê diteqîne...

...