Dîkmen ê girtî: Tenê ku tecrîd rabe çalakiya me wê biqede

Girtî Mehmet Saît Dîkmen ku li Elanyayê li gel 20 hevalên xwe  di greva birçîbûnê de ye got, ‘’Ji bo ku em dirûşm an qêriyan, 2 meh cezayê disîplînê dane me. Daxwaza me heq e. Divê tecrîd rabe.’’

EdeneGreva birçîbûnê ya 7 hezar girtî, ya bi mebesta ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe û bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven dest pê kirî didome. 

Mehmet Saît Dîkmen li Elanya, li Girîgeha Tîpa L’yê li gel 20 hevalên xwe di gireva birçîbûnê de ye, ji ber xebatên ciwanan 2012’an hate destgîrkirin û girtin. 11 sal û 3 meh li Dîkmen hate birîn. Dîkmen ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye.


DAYIK DÎKMEN: BÊDENGÎ MIRIN E


Dayik Makbûle Dîkmen 8’ê Nîsanê çû cem kurê xwe. Dîkmen wiha got, ‘’Ne tenê Mehmet Saît, hemû hevalên wî heliyane, tiştek bi wan ve nameye. 11 kîlo dabûn, herî dawî ez çûm, min ew dîtin. Hingî wiha li xwe şikandibû, xwezî bi wî halî min ew nedîtiba. Mehmet Saît beriya 1’ê Adarê jî 10 rojan ketibû greva birçîbûnê. Daxwazên wan diyar in, daxwwazên me diyar in. Heta ku ji dest me tê em hewl didin ku çalakiya wan were bihîstin lê têrê nakin.Bêdengî mirin e. Dİvê em bi her deverê bidin bihîstin, xîtabî zêdetir deveran bikin. Lê wiha bi bêdengî na, dema ku em bibin yek û bi dengekî xurt derkevin mirov dikare bibe destek. Ez dayika wan im, peywirdar im ku destekê bidim. Bi izna xwedê wê bi ser bikevin.’’


 ‘TECRÎD BI TEQEZÎ WÊ BIŞIKE’

Dayik Dîkmen têkilî peyama kurê xwe got, ‘’Kurê min got, ‘’Pora min her roj bêhtir diweşe. Heta niha min 11 kîlo li xwe şikandine. Ji ber ku li girtîgehê em dirûşm qêriyan, 2 meh cezayê disîplînê dane me. Daxwazên me heq in. Heke tecrîd bişike çalakî wê biqede. Em dixwazin daxwaza me bi cih were. Moralê me baş e. Daxwaza me mafdar e. Em tiştekî zêde naxwazin. Em tenê dixwazin ku tecrîd rabe. Em ê li hundir û hûn li derve têkoşînê geş bikin. Ev tecrîd wê bişike.’’