BI DÎMEN

Dikandarên Mersînê: Ji bo demokrasî û xweşhaliya aboriyê 'NA'

Dikandarên Mersînê destnîşan dikin, ku demokrasî nebe wê rewşa aboriyê jî xweş nabe" û dibêjin, ku ew ê dengê 'NA' bidin.

Dikandarên Mersînê destnîşan dikin, ku demokrasî nebe wê rewşa aboriyê jî xweş nabe" û dibêjin, ku ew ê dengê 'NA' bidin.

ERCE: EM Ê NEHÊLIN KU HUKMÊ KESEKÎ LI SER ME HEMÛYAN HEBE

Taylan Erce ku dikana xwe ya biharatê heye bibîr xist, Erdogan ku Erdogan dixwaze weke serokekî hukmê li tevahiya welêt bike û got, "Divê kes rê nede vê. Em modeleke rêveberiyê dixwazin ku bi îradeya xwe biryarê li ser jiyana xwe bidin."

Erce diyar kir, pêşkêşkirina rejîmeke bi vî rengî ji bo referandûmê, karekî sosret e û anî ziman, divê sîstema ku Erdogan dixwaze nebe mijara tercîhekê. Erce bang li hemû beşê civakê kir, ku di referandûmê de ji bo demokrasî û wekheviyê bêjin 'NA'.

KARAHAN: DEMOKRASÎ TINE BE, REWŞA ABORIYÊ JÎ NEBAŞ E'

Hostayê Tantûnî Mehmet Karahan jî destnîşan kir, eger Erdogan bibe tekane mirovê li ser welêt serdest, wê welat bikeve nava pêvajoyeke tarî û diyar kir, rêya rizgariya ji vê yekê, dayîna dengê 'NA' ye.

Karahan di dewama axaftina xwe de got, "Eger li welatekî demokrasî tine be, wê rewşa aboriyê jî li wî welatî nebaş be. Divê em jî li dijî dîktatoriya şexsekî, parastina demokrasiyê bikin. Bila her kes zanibe; eger demokrasî nebe, êm ê nikaribin ji nava krîza aboriyê derkevin. Eger em ji Erdogan re nebêjin 'NA', li welêt aborî namîne û şer jî naqede."

OZER: DIVÊ HEMÛ KEDKAR BIBÊJIN 'NA'

Mûrat Ozer ê bi firoşkariya seyyar debara xwe dike got, eger di referandûmê de dengê 'NA' bi ser nekeve, wê jiyan li welêt biherime. Ozer wiha axivî: "Hikûmet, desthilatdariya ku em mehkûmî birçîbûn, şer, êş û azaran kiriye, niha jî ji me dixwaze ku em wan bikin tekane hikumdarên li ser serê xwe. Ti aqil û wijdan ji vê re nabêje 'Erê'." Ozer bang li hemû kedkaran kir ku dengê 'NA' bidin.