Dijminatiya Siyamend Haco hêjayî çend qurişan?

"Navenda Lêkolînên Kurd li Ewropayê" ya li paytexta Elmanya Berlînê ye, êrîşî destketiyên li Rojava dike. Ev saziya dijminatiyê li PYD'ê dike, ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Elmanya ve tê xwedîkirin.

YPG û YPJ ku bi têkoşîna xwe ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê re ketin rojeva cîhanê, roj bi roj mezin dibin. Hin kesên tarî yên nikarin vê hezm bikin, bi îdîayên bêbingeh, êrîşî destketiyên PYD û YPG'ê dikin. Serkêşiya van jî ji aliyê organîzasyoneke ji xwe re dibêje "Navenda Lêkolînên Kurd li Ewropa- Kurdolojî-Kurd Watch" ve tê kirin. Ev sazî li paytexta Elmanya Berlînê ye. Armanca avabûna vê organîzasyonê, hedefgirtina destketiyên li Rojava ye. Her çend di fermiyetê de serokê vê organîzasyonê keseke Elman a bi navê Eva Savelsberg tê nîşandan jî, li pişt perdeyê kesekî ji Malbata Haco heye: Siyamend Haco.

Eva Savelsberg weke seroka vê organîzasyonê, duh ji Ajansa Anatolî ya ku propaganda şerê taybet ê Qesr û AKP'ê dike axivîbû, PYD û rejîma Baas mîna hev nîşan dabû û gotibû, "PYD'ê rejîmek mîna ya Baasê ava kiriye."

Ev organîzasyona ku heta niha gelek caran li hemberî PYD'ê serî li gelek provokasyonan daye, di dema berxwedana Kobanê de li ber Navenda Civaka Demokratîk û Komeleya Rojava ya li Berlînê çalakî organîze kir û mora xwe danî binê xebatên dijberiya Rojava. Ev organîzasyona nikarî bi provokasyonan encamê bigire, di ser înternetê re dest bi kampanyayên dijberiya PYD'ê kir. Gelo ev organîzasyon kengî û bi kîjan armancê ava bû? Ji aliyê kê ve tê xwedîkirin? Eva Savelsberg a ku di fermiyetê de seroka wê ye, kî ye? Ev navend ji aliyê kê ve tê bi rêvebirin?

TÊKILIYA BI ENKS Û ARTÊŞA AZAD

Ev organîzasyona reşkirinê, di sala 1993'an de ji aliyê kesekî bi navê Siyamed Haco ve hat avakirin. Ewilî komeleyek bi navê 'Kurdolojî' bû. Wê demê bi giranî li ser ziman û çanda Kurd dixebitî, piştre derket derveyî vê qada xwe ya xebatê û di destpêkê de li dijî PKK'ê piştre jî li dijî PYD'ê dest bi kar kir. Her çend ev organîzasyon di sala 2009'an de bi navê 'Kurd Watch' hatibe avakirin jî, ji sala 2011'an û pê ve aktîf bû. Ev organîzasyon bi zimanên Elmanî, Kurdî û Îngilîzî, di bin navê 'binpêkirinên mafên mirovan li Rojava' weşan û kampanyayên reşkirinê li dijî PYD'ê û YPG'ê dimeşîne. Her çend Savelsberg weke seroka fermî ya vê navendê tê xuyakirin jî, xwediyê wê Siyamend Haco ye. Haco ku demekê nûnertiya Ewropayê ya 'Partiya Siberojê-Şepal' a bi dijberiya xwe ya li PYD'ê tê naskirin dikir, bi ENKS û Artêşa Azad re xwedî têkiliyeke nêz e. Komên Kurd ên tevî çeteyan êrîşî taxa Şêx Meqsûd dikin, parast.

Di dema ku destketiyên Rojava li qada navneteweyî ketin rojevê û desteka jê re zêde bû de Haco li dijî PYD, YPG û PKK'ê roportaj da çapemeniya Elman. Mînak; di hejmara 12.12.2012 de rojnameya FAZ'ê bi serenavê 'Ji bo welatê xwe yê li dûr têdikoşe' portreyeke dirêj a Haco nivîsand. Di vir de Haco dibêje, "Dîktaor Esad diçe, dîktator PKK tê". Bi vî rengî bi awayekî vekirî dijminatiya xwe ya li hemberî PKK û PYD'ê îlan kir. Di salên 2014-2015'an de ku ji ber berxwedna Kobanê û Şengalê nîqaş li ser rakirina qedexeya PKK'ê ya li Elmanyayê dihat kirin Siyamend Haco û ekîba wî bi israr diya rkirin, ku divê ev eqedexe bidome û PYD û YPG jî li Elmanyayê werin qedexekirin. Ji bo PYD û YPG di 'lîsteya rêxistinên terorîst' a Yekîtiya Ewropayê de bê bicihkirin, kampanya meşandibû. Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a Elmanyayê (Rêxistina Îstîxbarata Navxweyî ya Elman e) di sala 2013-2014'an de dawiya beşa li ser PKK'ê bi temamî ji PYD û Rojava re veqetandibû. Derketibû holê ku ev beşa li ser PYD û YPG'ê ji raporên vê organîzasyonê wergirtiye. Siyamend Haco yê bi eslê xwe ji Qamişlo ye, ji zarokatiya xwe ve li Elmanyayê dijî. Di emrê xwe de ti carî neçûye Rojava. Li Berlînê, li buroyeke kirê kiriye qaşo binpêkirinên mafan lêkolîn dike.

SERÎ LI PROVOKASYONÊ DAN

Vê organîzasyonê di sala 2014'an dema berxwedana Kobanê de, 2 caran bi hilgirtina ala 'Artêşa Azad' li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Komeleya Rojava yên li Berlînê xwepêşandaneke protestoyî lidar xist. Xwestin provokasyonê derxînin û bibin mijar ji çapemeniya Elman re. Bi helwesta xwînsarî ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd re pêşî li vê provokasyonê hat girtin. Siyamend Haco û organîzasyona wî, ku bi vê rêyê negihaşt armanca xwe, di ser înternetê re dest bi kampanyayê kir. Ev kesên vê organîzasyonê, ku di dema dawî de di çapemeniya Elman de cih nabînin, serî li çapemeniya Tirk dan.

BI KÎJAN ARMANCÊ PERE DIDIN HACO?

Her çend ev organîzasyon dibêje 'bi alîkarî û mehaneyên endaman xwe fînanse dike' jî, rastî ne bi vî rengî ye. Jİ ber ku ev organîzasyon xwedî ewçend endaman nîne ku karibe fînanse bike. Di malpera wan a înternetê de di nava navên wan fînanse dikin de Wezareta Karên Derve ya Elmanya, Rêveberiya Eyaleta Berlînê, Komîsyona Ewropa, Sefaretxaneya Bilind a Iraqê li Berlînê jî hene. Di serî de Eyaleta Berlînê ku projeyên çandî fînanse dike, Wezareta Karên Derve ya Elmanya, Komîsyona Ewropa û Sefaretxaneya Bilind a Iraqê bi kîjan armancê pereyan didin vê organîzasyonê? Divê ev pirs ji aliyê rayedarên Elman ve bên bersivandin.