Dijminatiya RTE ya li Kurdan, Soçî, Başûrê Kurdistanê û Iraq

Ji ber ku ti qartên RTE û AKP’ê neman encama ku ji civîna Soçiyê dixwest ango erêkirina polîtîkaya bê Kurd nedihate payin.

Recep Tayyîp Edogan (RTE) dijminatiya xwe ya li Kurdan didomîne. Ji bo ku dijminatiya xwe ya li Kurdan bike rojeva Rûsya û Îranê amade ye ku her tiştî bibe. Lê ku em bibêjin tiştekî êdî RTE bide Îran û Rûsyayê nemaye. RTE ji bo ku Rûsya û Îran werin ser polîtîkaya wî ya li ser dijminatiya li Kurdan û ji bo ku îmha û înkara Kurdan mayinde bike tişta jê hat texsîr nekir lê ji daxuyaniya piştî Soçiyê ya Rûhanî û Pûtîn diyar bû ku êdî planên Kurdan hatin ber qebûlkirinê.

Karê gemarî yên RTE û AKP’ê di rojava daraza DYA’yê de ne. Di nêz de dikare bibe dozeke ku RTE û malbata wî, gelek rêveberên AKP’ê, wezîr pê werin darizandin. Jiwe beriya bi çendekê biryara girtina Zafer Çaglayan a ku ji Amerîkayê standî îşaretên vê didin.

RTE, malbata wî, wezîr û rêveberên partiya wî di vê rewşê de wê zêdetir beloq bibin. Piştî ku Zerrab li xwe mikur hat, RTE yê ku rêya darizandinê li ber vebû, RTE di serî de êrîşa bi ser Efrînê de, ji bo ku Bakurê Sûriyê û Kurd tevlî kongreya gelan a ku wê Rûsya pêk bîne, nebin xwest ku rojeva hundir biguherîne. Hedef ne tenê siyaseta navxweyî û rojeva muxalefetê bû. Armanc ew bû ku Kurd tevlî ti platforma navnetewî nebin. Lê bi ser neket. Ji ber ku nedihate payin ku Rûsya û Îran Tirkiyeya ku îflas kirî di polîtîkaya derve de xurt be. Ji bo ku polîtîkaya derve û hêza dîplomatîk li ser kartên dimeşe û ji bo ku ti kartên RTE û AKP’ê nemabûn nedihate payin ku ji Soçiyê tişta ku hêvî dikirin, ango erêkirina civîna polîtîkaya bê Kurd pêk were. Jixwe ji ber vê jî destvala vegeriya malê.

Li Rojava geşedan wiha bûn û ji bo Kurdan geşedanên dî yên ku ji bo Kurdan girîng e geşedanên li Başûrê Kurdistanê ne.

Pêvajoya piştî 16’ê Cotmehê ku Kerkûk kete destê Heşdî Şebî û Artêşa Iraqê dewam dike. Iraq hate ser sînorên 2003’yan. Di nav sînorên 2003’yan de, di nav herêmên ku rewşa ne zelal e gelek bajarok, gundên Kurdan, Kerkûk, 11 kanên petrolê yên mezin, balafirgeh û deriyê sînor hene. Ev hemû ketin destê Iraqê. Ji ber vê rewşê krîza siyasî, aborî ya Başûr girantir bû û di serî de bi Iraqê re kêşeyên ku bi hêzen herêmê re dijî girantir bûn. Tirkiye ji bo ku teslîm bigire nêz dibe, Nêçîrvan Barzanî jî bi her daxuyaniya xwe diyar dike ku ew hazir in teslîm bibin.

Ji bo çareserbûna kêşeyên bı Iraqê re her çendî daxuyaniyên bi rengê ku betalkirina referandûmê qebûl dikin jî hê muzakereyan dest pê nekiriye. Iraq ji bo muzakere dest pê bikin xwe pir giran dike. Ji nêzîkatiya Iraqê tê fêhmkirin ku dixwaze bi hikûmeta niha re kêşeyan çareser bike. Ji b ku ev hikûmet a PDK’ê ye û bi Mesûd Barzanî re biryara referandûmê dane. Ji bo vê jî, li gel ku hemû tawîz standine û teslîm kriine jî sedema ku Iraq hê jî dest bi muzakereyan nake ev e.

Nêçîrvan Barzanî ji bo ku destekê ji bo hikûmeta xwe bibîne û bi partiyên dî re li hev bike çû Silêmanî. Bi Goran, Komala Îslamî, Partiya Sosyalîst re xwest li hev bike. Tin encam ji lêgerîna Nêçîrvan Barzanî dernekete. Ji van hevdîtinan raya hevpar a ku derketî ew bû ku hilbijartina ku 8 mehan hatî taloqkirin di dema xwe de çêbibe, hikûmeta ne meşrû îstîfa bike û hikûmete berfireh were avakirin, bi hikûmeta nû re, şandeyeke nû were avakirin û bi Bexdayê re dest bi muzakereyan bike.

Piştî ku ji hevditinan ev raman û pêşniyar derket Nêçîrvan Barzanî destvala li Hewlêrê vegeriya. Piştî serdana Nêçîrvan Barzanî Hêro Xan, çû serdan Goran, piştre çû ser gora Newşîrvan Mistefa. Ev serdaneke wiha ji rêzê ye. Diyar e ku di navbera YNK, Goran, Komala Îslamî û di demên dawî de jî di navbera Îslamî Yekgurtî de ku van demên dawî nêzî projeya Goran û Komala Îslamî dibin, nêzîkbûnek heye. Di nav van partiyan de piraniya wan nêzî Yekîtiya Netewî ya Kurd in û bi dilgermî nêzî kongreya yekîtiyê dibin. Ev nêzîkbûn û lêgerîna lihevkirinê hem pirsên wiha bi xwe re tîne; gelo PDK dikare biçe eniyeke dî û hem jî gelo dibe ku di serdema pêş de bê PDK’ê kongreyeke yekîtiya netewî çêbibe.