DÎDF: Ji bo pêşerojeke wekhev û azad em dengên xwe bidin HDP’ê

DÎDF, bang kir ku di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de dengên xwe bidin HDP’ê. Di daxuyaniya DÎDF’ê de li hember polîtîkayên şer ên AKP’ê nerazîbûn hat nîşandan.

Federasyona Komeleyên Karkeran a Demokratîk (DÎDF), têkildarî hilbijartinên 1’ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

'AKP’Ê WELÊT VEGUHERAND GOLA XWÎNÊ'

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku li Ewropayê di navbera 8-25’ê Cotmehê de wê dengdayîn çêbibin û wiha hat gotin: “Erdogan û partiya wî AKP’ê encamên hilbijartinên 7’ê Hezîranê qebûl nekirin û ji bo ‘400 parlamenteran’ welat di nav 3 mehan de kirin gola xwînê. Erdogan û hikûmeta AKP’ê ya demkî ji bo tena serê xwe bibe desthilatdar; armanca wî HDP’ê di bin bendê de hiştine û ji bo vê nîjadperestiyê  gur kiriye, welat kişandiye nav atmosferek şer. Dibêjin ‘ne çareserî, ne muzakere’, pirsgirêka Kurd bi leşker û polîsan ve; bi şer û pevçûnan ve hewldanên ‘çareseriyê’ dike.”

Di daxuyaniyê de behsa rewşa xerab a kedkar û xîzanan hat kirin û wiha didome:

'EM DENGÊ XWE BIDIN HDP’Ê'

“Em bang li tevahî karker û kedkaran dikin ku piştgiriyê bidin aştî, xwişk û biratiyê. Dengên wê yên di 1’ê Mijdarê de hûn bidin wê bibe parçeyek ji vê keda we. Em tercîha xwe ji bo hesreta gelê Tirkiyeyê ya aştiyê, azadiyê û demokrasiyê bi kar bînin. Em ji rêveberiyên partiyên şer û sermayeyê; ji pêvçûnên li navbera Kurd-Tirkan tê gurkirin û hewldanên îmha û înkarên ên li ser gelê Kurd re bibêjin ‘na’. Em dengên xwe bidin HDP’ê ku bi israr dibêje aştî-xwişk-biratî; mafê kedkaran, ne tehrîbkirina xwezayê, pêşerojeke ciwanan-jinan a azad û wekhev diparêze.”