Dîcle: Em ê ji dewlemendiyên Kurdistanê para xwe hildin

Dîcle: Em ê ji dewlemendiyên Kurdistanê para xwe hildin

Konferansa Aborî ya ku bi şîara “Em axa xwe, ava xwe, enerjiya xwe komun bikin û em jiyana azad a xweseriya demokratîk ava bikin” li Wanê destpê kir. Axaftina vekirinê ji aliyê Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle kir û diyar kir ku divê ku îstatîstikên binerd ên Kurdistanê bên derxistin û wiha got: “Em ê ji dewlemendiya erdnîgariya Kurdistanê par bigirin.”

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Mêrdîn, Wan, Odeya Baziganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) duh li salona Şaredariya Mezin a Wanê li Navenda Çandê ya Nûda konferansa aborî destpê kir. Di konferansê de li gel Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle, Hevserokê DBP’ê Kamuran Yuksek, parlamenterên HDP’ê Ozdal Uçar, Nazmî Gur, Demîr Çelîk, Wezîrê Aboriya Kantona Efrînê Dr. Ahmet Yusuf, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Hatîçe Çoban, Bekîr Kaya, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, Hevserokê DBP’a Wanê Musa Îtah, hevserokên şaredariyên DBP’ê, akademîsyen, serokên Odeyên Bazirganî û Pîşesaziyê (DTSO) yên Amed û Wanê û bi giştî 230 delege beşdarî konferansê bûn.

Li salona konferansê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullan Ocalan, Arîn Mîrxan, Nejat Suphî Agirnasli ku li Kobanê jiyana xwe ji dest dan û wêneyên yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ku li Parîsê hatibûn qetilkirin hatin daliqandin.

DIVÊ CÎNAYET NEYÊN JIBÎRKIRIN

Piştî deqeyekê rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşerên Kurdistanê axaftina vekirinê ji aliyê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya ve hat kirin. Kaya di destpêka axaftina xwe de delege silav kir û karkerên ku li Soma, Ermenek û Îspartayê jiyana xwe ji destdane bibîr anî. Kaya diyar kir ku ev cînayetên arezûya ji bo karê zêde û dewlet jî bûye hevkarê vê yekê pêk hatiye. Kaya diyar kir ku hema di her mehê de ev cînayê ku bi destê “karsaz û dewletê pêk tên weke pargala cînayetê pêk tên’ şermezar kir. Kaya der barê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ser Kobanê jî wiha axivî: “Em hezar silav ji berxwedana mirovahiyê û berxwedana ku bibe mîrasê hemû mirovahiyê Kobanê re dişînin. Em di şexsê şehîdên Kobanê Arîn Mîrxan, Nejad Suphî Agirnasli hemû şoreşgerên ku ji bo nirxê mirovahiyê bi vîn, bedel, canê û zanebûna xwe danîne holê û şer dikin bibîrtînin. Dê li Kobanê şerê bi nirx yê mirovahiyê serbikeve.”

BINGEHA FELSEFEYÊ

Kaya destnîşan kir ku dê Konferansa Aboriyê Demokratîk dê ji bo Kurdistan û Tirkiyeyê gelek hevparbûnên girîng derbixe holê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Ger ku aboriya civakbûnê, dagirkeriya li Kurdistanê, dagirkirin, mêtingeh, komkujiya karkeran, aboriya pir alî ku baş werin destgirtin dê encamên baş jî derbikevin holê. Daneyên ku em divê konferansê de bi destpêxin emê ji bo jiyana nû bibe bingeha felsefeya me.”

BI KOMKUJIYÊ RE RÛ BI RÛ BÛN

Piştî Kaya hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle axivî. Dîcle diyar kir ku ev bi mehane amadekariyên konferansa aboriyê dihat kirin ku pêk bê û spasiya  hemû kesên ku di xebatên kargehê de xebitîne kir. Dîcle da zanîn ku ew di pêvajoyek krîtîk de derbas dibin û diyar kir ku hem li Kurdistane hem jî li Rojhilata Navîn geşedanên girîng rû didin. Dîcle ragihand ku siyaset şêweya herî hûr û kûr ya mirovahiyê ye. Dîcle heya ku behsa konjonkturên siyasetê neyê kirin nikare nirxandin li ser aboriyê were kirin.

JI BO EFRÎNÊ BANG

Dîcle destnîşan kir ku DAIŞ li Rojhilata Navîn weke çol bikartînin û ev tişt anî ziman: “ Koalîsyonek navneteweyî hat avakirin. Heya kendê? Hema mabû ku Kobanê bikeve. Di gotin ger ku ‘Amerîka nebûya dê Kobanê biketa.” Rojê du caran ku bombebaran pêk dî anî digotin serkeftîne lê belê Kobanê bi têkoşîna hevpar ya gelan tê azadkirin. “Kobanê ji bo me gaziye, Kobanê bajarên şehîdane.” Dîcle destnîşan kir ku Serokên Kantona Efînê gotiye çeteyên El- Nursa berbi Efrînê ve ketine rê, ji bo ku Kobana duyemîn neyê jiyan kirin divê ku Tirkiye deriyê sînor veke û ji bo ku Kobanê û Efrîn jî nekevin divê Tirkiye demil dest bersiva vê yekê bide.

Dîcle bal kişand ser pêvajoya diyalogê ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û wiha axivî: “Kurd êdî ne kurdê berê ye. Kurdên ku êdî bi hevre şer bikin nîne! Divê ku hikûmeta li hemberî yekitiya neteweyî ya kurdan a çi li Başûr, çi jî li Rojava pêş dikeve demil dest dev ji fobiya kurdan berde.” Her wiha Dîcel daxwaz kir ku konferans diyarî Kadriye Ortakaya ku ji aliyê leşkeran ve hedef hat nîşandan û qetilkirin bê kirin.

Dîcle destnîşan kir ku dewlet armanc dike ku aboriya Kurdistanê têk bike û ev xisûs anî ziman: “ Ji 4 hezarê zêdetir gund hatine vala kirin ji bo vê jî aboriya Kurdistanê hatiye têkbirin. Dewlemendiya herî mezin ya gelê kurd koçeriye lê ji ber valakirina gundan û şewitandina gundan ev dewlemendî hatiye tunekirin. Ji serdema neolotîk heya niha felaketek mezin li ser cogarafiya Kurdistanê tê jiyîn. Di dema hikûmetê heya niha ji 20 zêdetir paketên aboriyê hatine vekirin lê belê cêwaziya dinavbera Anatolayê û Kurdistanê de ne hatiye girtin.”

Her wiha Dîcle diyar kir ku ew weke çavê xwe xwedî li pêvajoya dîyalogê derdikevin lê belê hikûmet yek bêngav jî ne avêtiye û pirsgirêkên ku tên jiyîn jî ji gelê kurd na qewimin.