Dibe ku sibe dereng be: Bila Korîdor bê vekirin
Dibe ku sibe dereng be: Bila Korîdor bê vekirin
Dibe ku sibe dereng be: Bila Korîdor bê vekirin
Parlamentera Wanê ya serbixwe Aysel Tugluk û Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan ên bi rojan in li Pirsûsê di nava berxwedanê de cih digirin û dem dem diçin Kobanê û hevdîtinan dikin xwestin demildest korîdora alîkariyê bê vekirin. Tugluk got, "Li wir kesên sivîl hene. Çeteyên DAIŞ'ê plansaziya bi çekên giran komkujiyê pêk bînin dikin. Divê ji bo pêşiya komkujiyê bên girtin hemû alîkarî bên kirin. Korîdora alîkariyê gelek girîng e. Dibe ku sibê gelek dereng be." Ayhan jî diyar kir ku ji bo gavên pratîk bi taybet berpirsiyariyeke gelek mezin dikeve berê Tirkiyeyê.
Parlamentera serbixwe ya Wanê Aysel Tugluk û Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan têkildarî korîdora alîkariyê ya ji aliyê NY û raya giştî ya navneteweyî ji bo Kobanê anîn rojevê nirxandin kirin. Aysel Tugluk, diyar kir ku raya giştî di komkujiya Şengalê de dereng ma û divê vê carê dereng nemîne. Parlamenterê HDP'ê Îbrahîm Ayhan jî diyar kir ku pêşniyara NY'ê ya korîdora alîkariyê bê vekirin girîng e.
Tugluk, anî ziman ku YPG/YPJ li Kobanê bi berxwedaneke bêhempa têkoşîna mirovahiyê didin û çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran êrîşê li Kobanê dikin û wiha got: "Li Kobanê li hemberî qadên jiyanê yên gelê me qadên azadiyê êrîşên dijwar hene. Li hemberî vê yekê YPG bi berxwedaneke bêhempa radiwestê. Hem hêzên navneteweyî û hem jî hêzên herêmê alîkariyeke mezin didin DAIŞ'ê û YPG/YPJ'ê li hemberî van çeteyan têkoşînê didin." Tugluk, anî ziman ku gelê sivîl Kobanê terk nekir û li wir jiyana xwe didomînin û wiha axivî: "Li wir kesên sivîl hene. Çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran dixwazin li wir komkujiyekê pêk bîne. Hezên YPG û YPJ'ê demek dirêj e ji bo komkujiyan asteng bike berxwedaneke dîrokî li nîşan dide. Lê ji bo komkujî bê astengkirin divê alîkariyê bidin YPG û YPJ'ê. Korîdora alîkariyê gelek girîng e. Dibe ku sibê gelek dereng be. Ji bo komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê bê astengkirin divê her tişt bê kirin û hemû alîkarî bên dayîn. Heke tenê alîkariyên mirovahî zêde bi wate nabin. Li wir şer heye ji bo şer çi pêwîst be divê pêk bên."
Tugluk, da zanîn ku polîtîkayên Tirkiyeyê yên li hemberî Kobanê dê bi pirsgirêka korîdarê bên fêmkirin ka hatine guherîn an na û wiha pê de çû: "Êdî tu kes nikare kurdan weke bêaqil bibînin. Em hemû dibînin alîkariyên çawa tên kirin. Bi wan em alîkariyê dikin piştgiriyê didin nebêjin. Em dibînin ku bi hinek alîkariyên biçûk dixwazin wêneyê alîkariyê dikin nîşan bidin. Em dixwazin ev tên çi wateyê. Ji ber vê yekê divê hem xwe nexapîne û hemû gelê bê xapandin li hemberî wan nîn e. Heke rastî jî bixwaze alîkariyê bide Kobanê divê gavên şênber bavêjin."
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan jî diyar kir ku şervanên YPG/YPJ'ê bi derfetên kêm berxwedaneke dîrokî li dar dixin û wiha got: "Berxwedaneke bêhempa tê nîşandan. Lê her çiqas berxwedaneke mezin tê dayîn jî Kobanê di bin gefên komkujiyeke mezin de ne. Gelê sivîl ê li wir dijî di bin gefên komkujiyê de ne. Ji ber vê yekê divê hemû kes bikeve dewreyê û ji bo pêşiya komkujiyê bigirin dest bi tevgerê bikin." Ayhan, anî ziman ku banga NY'ê û raya giştî yên korîdora alîkariyê bê vekirin erenî ne û wiha axivî: "Li gorî me ev bangeke erenî ye. Divê bi lezgînî ev korîdor bê vekirin û pêşiya komkujiyê bê girtin. Ji bo pêşiya komkujiyê bêgirtin jî divê bi lezgînî dest bi tevgerê bê kirin. Heke dê li ber çavê cîhanê komkujiyeke mezin pêk bê. Em jî dibêjin korîdora alîkariyê pêşniyareke di cih de ye."
Ayhan, da zanîn ku ji bo korîdora alîkariyê bê vekirin berpirsiyariyeke mezin dikeve pêşiya Tirkiyeyê û divê Tirkiye êdî li hemberî komkujiyê bêdeng nemîne û wiha axivî: "Divê Tirkiye jî êdî li hemberî komkujiyê bêdeng nemîne. Divê Tirkiye bi hêz piştgiriyê bide vê korîdorê. Bendewariya me ew e. Rageşiya li Tirkiyeyê jî bi hameleyek wisa dê kêm be. Banga me ew e ku ev korîdor demildest bê vekirin. Divê hemû raya giştî û kesên xwedî wijdan ji bo korîdor bê vekirin berpirsiyariyê bigirin ser xwe."
Ayhan, da zanîn ku divê Tirkiye polîtîkayên xwe yên Rojava li ber çavan derbas bike û statuya Rojava binase û wiha pê de çû: "Siyaseta li dijî Rojava mixabin dibe sedema komkujî û hovîtiyên gelek mezin. Divê êdî Tirkiye dest ji van polîtîkayan berbide û rêveberiyên xweser ên Rojava nas bike. Li ser vê yekê re jî li hemberî hovîtiya DAIŞ'ê rawestê. Heke ev hovîtî dê li Tirkiyeyê jî pêk bê."