Dibe ku mîlyonek kes tevlî Newroza Stenbolê bibe

Dibe ku mîlyonek kes tevlî Newroza Stenbolê bibe

 Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê Asiye Kolçak, diyar kir ku ew dê di 17'ê adarê de li Qada Kazliçeşmeyê Newroz pîroz bikin û li benda mîlyonek kes tevlî bibin in û wiha got: "Slogana pîrozbahiya Newroza sala 2013'an 'Ji Ocalan re azad ji kurdan re statu' ye"

Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê têkildarî pîrozkirina Newrozê li avahiya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokên Rêxistina BDP'ê yên Stenbolê Asiye Kolçak û Alî Riza Bîlgîlî û Endamê Meclîsa BDP'ê Serhat Bîngol tevlî civînê bûn. Kolçak, bernameya Newrozê aşkera kir. Kolçak, bal kişand ser girîngiya Newrozê ya ji bo kurdanî Kolçak, diyar kir ku di pîrozbahiyên Newroz par de polîsan êrîş li girseyê kir û Rêvebera Rêxistina BDP'ê yê Arnavutkoyê Hacî Zengîn jiyana xwe ji dest da.

Kolçak, da zanîn ku agirê Newrozê li Stenbolê di di 13'ê adarê de li Qada Demîkapi ya navçeya Bagçilarê bê hilkirin Kolçak, anî ziman ku pirozbahiya mezin jî dê di 17'ê adarê de li Qada Qazliçeşme ya navçeya Zeytînburnuyê pêk bê û wiha got: "Armanca me ew e ku bi tevlîbûna dost û sazin bi mîlyonekê Newroz pîroz kirin e. Newroza sala 2013'an dê bi slogana 'Ji Ocalan re azadî ji kurdan re statu' dê bi wate bibe." Kolçak, da zanîn ku serî li Walîtiya Stenbolê da û lê hêj tu bersiv negirtin e.