'Di vî şerî de wê desthilatdarî têk biçe'

Parlamenterê Mûşê yê HDP'yî Ahmet Yildirim li ber êrîşên li ser Efrînê rabû û got, "Ti ji hewldanên dagirkeriyê heta niha bi ser neketiye. Di vî şerî de yê tê biçe wê desthilatdarî be, yê bi ser bikeve jî wê gelê Efrînê be."

Parlamenterê Mûşê yê HDP'yî Ahmet Yildirim êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û betalkirina parlamenteriya Parlamentê Şirnexê Ferhat Encu ji ajansa me re nirxand. Yildirim got, êrîşên li ser Efrînê bi kêrî Sûriye, Tirkiye û gelemperiya Rojhilata Navîn nayên û destnîşan kir ku ev şer rê li ber paşerojeke nebaş vedike ji bo gelan.

'ŞEREKÎ BÊ WIJDAN'

Yildirim destnîşan kir, hêzên ku şer weke hevrikiya siyasî û ferzkirina serweriya xwe dibînin di nava dîrokê de her tim têk çûne û got, "Ti armanceke maqûl a şer nîne. Şerê Efrînê wê weke şerekî bê wijdan û bê exlaq cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de bigire."

Yildirim got, "Di şer de ne tenê can ji dest diçin. Ji wê jî wêdetir paşeroj ji dest diçe, hêvî û jiyana bi hev re ya gelan têk diçin."

'YÊ BI SER BIKEVE WÊ GELÊ EFRÎNÊ BE'

Parlamenter Yildirim diyar kir ku kes û hêzên biryara şer dane wê di vê hewldana dagirkeriyê de bi ser nekevin û wiha dewam kir: "Ev şer zextê li ser paşeroja welêt dike, welêt hê bêhtir bi hêzên derve ve girê dide û çavkaniyên welêt dixe binê xizmeta tenê çend kesan. Lewma ti ji hewldanên dagirkeriyê yên mîna vê bi ser neketine. Ev şer li ser fobiya Kurd hatiye ragihandin. Di vî şerî de yê têk biçe wê desthilatdarî be. Yên bi ser bikevin jî tevî êş û azarên giran jî wê gelê Efrînê be, gelên Rojhilata Navîn be."

'WEKÎLIYA ENCU BI DOSYAYÊN SEXTE HATE BETALKIRIN'

Yildirim li ser betalkirina parlamenteriya Parlamenterê Şirnexê yê HDP'yî Ferhat Encu got, "Ferhat Encu navekî sembolîk e. 34 xizmên Encu sala 2011'an hatin kuştin. Ev hemû birayên hev, pismamên hev bûn. Hinek ji wan jî xizmên hev bûn ku ji zarokatiyê ve bi hev re bûn. Roboskî birîneke ku di dilê vî welatî de hatiye vekirin û hê nehatiye girtin. Bi rêya dosyayên sexte yên dûrî ji hiqûqê, ceza li Ferhat Encu birîn û wekîliya wî xistin. Lê belê divê neyê jibîrkirin ku li ser dosya kuştina 34 miroan lêpirsîneke xurt nehate kirin, kesek nehat binçavkirin û darizandin nehat kirin. Ev rewş bi xwe nîşan dide bê berê welêt li ku ye û ji aliyê mejiyekî çawa yê dewlet û desthilatdariyê ve tê birêvebirin."