Di teqîna li Şemzînanê de 7 leşker winda ne, 25 jî birîndar in

Di teqîna li qereqola li herêma baregeha Girê Sungu ya gundê Ortaklar a Rûbarokê ya herêma sînor a agirêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê de bi kêmanî 7 leşker winda ne, 25 jî birîndar in.

Waliyê Colemêrgê îdîa kir ku teqîn ji ber teqîna depoya teqemeniyê pêk hatiye. Piştrastkirina vê agahiyê ya ji aliyê çavkaniyên herêmî ve ne mumkin e.

Walîtiyê got: “Di teqînê de leşker û personelên me birîndar bûne’ lê hejmar diyar nekir.

QEDEXEYA WEŞANÊ

Wezareta Parastinê ya Mîllî jî ragihand ku 25 leşker hatine rakirina nexweşxaneyê. Di heman daxuyaniyê de hate gotin ku agahî ji 7 leşkeran nayên girtin.

Dadgeha Ceza ya Sulh a Şemzînanê jî têkildarî teqîna li Herêma Baregeha Girê Sungu jî qedexeya weşanê ragihand.

DÎMAN

Li gorî dîmenên têkildarî teqînê hatin parvekirin, bi awayekî vekirî tê nîşandan ku teqînek dijwar pêk hatiye. Li gorî dengê ji dîmanan tê bihîstin ev tişt tê gotin: “Bira çiqas barût maye, nizanîn gule teqiyan na ne”. Di dengek din ên ji dîmen tê bihîstin de ev tişt tê gotin: “Kes heye gelo?”