Di skandala mêtîngerkiriyê de paşde gav hat avêtin
Di skandala mêtîngerkiriyê de paşde gav hat avêtin
Di skandala mêtîngerkiriyê de paşde gav hat avêtin
Li bajarê Schwabîsh Gmund a Almanyayê di skandala ku bi penaberan bi 1.05 Euroyê bar (bagaj) dihat kişandin paşve gav hat avêtin. Şîrketa riyên hesin ya Almanyayê(Deutsche Bahn) ev pêkanîn bi şaredariya bajar re kiribû meriyetê û îdia kir ku ew kite kiteyên bûyerê nizanin û dawî li îstîhdama penaberan da.
Hate hînbûn ku Şaredarê bajarê Rîchard Arnold lixwe mikur hatiye ku li bajar gelek penaberên kal û pîr û astengdar ji bo xizmetê bi heman heqdestî dixebitîne.
Li bajarê Schwabîsch Gmund a Almanyayê hinek penaber ji aliyê şaredariyê de ji bo barê rêwiyên trenê bikişînin didin xebitiandin. Lê proje hate rawestandin. Ji aliyê Deutsche Bahn ve daxuyaniyek hat dayîn û îdia kir ku ew nizanin ku ev penaber di bin çi şert û mercî de dixebitin û ji îro şûnde dawî li pêkanînê anîne.
Her wiha hat diyar kirin ku dê li şûna penaberan peywirdarên Deutsche Bahn bên îstîhdamkirin.
Projeya ku di rojên borî de kiribûn meriyetê saet di 6’ê sibê de dest pê dikir heta 18’ê êvarê bi yek euro 5 sentî dixebitîn. 10 penaberên ji Afrîka, Pakîstan û Afganîstanê hatine di nava van şert û mercên dijwar û giran de tên mêtîngerkirin.
ŞAREDARÎ BI HÊRSE
Der barê penaberan de roja sêşemî nûçe hatin weşandin. Ev biryara ji aliyê Deutsche Bahn ve biryar hatiye girtin xuyaye ku Rîchard Arnold û ekîba wî xemgîn kiriye.Arnold daxuyaniyek da û diyar kir ku ew matmayî maye û got penaberên li gara trenê dixebitin kesên ciwan yên xwedî motîvasyoneke bilindin.
ŞAREDARÎ MÊTÎNGERIYÊ DIDOMÎNE
Şaredariya Schwäbisch Gmünd di sala 2012 di projeyeke xwe de ligel ku penaberan di projeyê de dide derket xebitandin derket holê ku hinek penaberên din jî dide xebitandin. Berdevkê şaredariyê Marcus Hermann axivî û diyar kir ku hinek penaber ji bo alîkariya kal û pîr û astengdaran didin xebitandin. Ji bo vê jî gelek pana ber li malên ku kal û pîr dimînin tê xebitandin.
Parlamenterê Partiya Çep Ulla Jelpke jî der barê mijarê de axivî û got wan bi rawestandina projeyê di cih de dîtiye û got karekî bi vî rengî piştgiriyê nade entegrasyonê.
Penaberên li wir dixebitîn di çarçoveya projeyeke ku bi deh mîlyonan euro lê hatibû xerckirin dixebitîn. Di navbera peronên garê de navbereke dirêj hebû.
Projeya ku bi giştî 65 mîlyon Euro lê çû, dê ji bo gara trenê jî 7 mîlyon euro lê bê xerckirin.